Jinên Mêrdînê ji bo 8’ê Adarê bang dikin: Werin em têkoşîna xwe bilind bikin

  • 09:02 4 Adar 2021
  • Rojane
 
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê ji bo tevilbûna çalakiyan bang li jinan dikin. Jinan bi hev re wiha gotin: "Werin em jin bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin."
 
Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ve kelecana jinan li Mêrdînê mezin dibe. Bi starta ku li Nisêbînê hatiye dayîn re jin gund bi gund, navçe bi navçe digerin çalakiyan li dar dixin û banga tevlîbûnê dikin. Çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên ku beşdarî van çalakiyan dibin ji ajansa me re axivîn û gotin bila hemû jin rabin û serî rakin.
 
‘8’ê Adarê nîşaneya têkoşîna jinê ye’
 
Şerîfe Taniran bal kişand li ser girîngiya roja 8’ê Adarê ji bo jinan û got: “Ber bi 8’ê Adarê ve em jin hemû dadikevin qadan. Ji ber ku ev roj nîşaneya têkoşîna jinên kedkar e. Bi rengê xwe, bi nasnameya xwe re em ê di vê rojê de têkoşîna xwe nîşan bikin û bilind bikin. Îsal bi taybet wateyekî cuda ya vê rojê heye. Ji ber ku piştî demeke dirêj em ê pîrozbahiyekî bi girseyî li dar bixin. Bi taybet jî di van pêvajoyên ku tundiya li ser jinê zêdebûyî de wê bibe moralek mezin. Banga min li hemû jinan e ku bi rengê xwe, bi cil û bergên gelerî re dakevin qadan.”
 
‘Roja jinên şoreşger pîroz be’
 
Safîye Kapçak jî di serî de roja jinên kedkar li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û wiha berdewam kir:  “Ji dîroka kevnar heta roja îro êrişên li ser jinê kêm nebûye. Tu car weke roja îro jî êriş dijwar nebûne. Bi her awayî deshilatdariya mêr dixwaze jinê di nava civakê de bide fetisandin. Lê em dibînin tucarî jin li dijî van êrişan têkoşîna xwe bernedane. Em ê ne tenê 8’ê Adarê hemû rojan de nîşa bikin em jin hene û em ê tim li virbin. Ji bo em têkoşîna xwe ya jinê bi rengîn mezin bikin pêwîste em jin dest bidin hev. Yên ku aramiyê bînin wê serhildana jinê be." Safîye bi dirûşmeyên jin jiyan azadî, bijî têkoşîna jinê re dawî li axaftina xwe anî.”
 
‘Wê bi hemû jinan re bêhtir bixemile’
 
Adîle Zengîn di destpêka axaftina xwe de şahiyên 8’ê Adarê bi bîr anî û got: “Roja jinan ji me re wateya têkoşînê dide. Em bi rihê wê têkoşîna ku jinên kurd yên pêşen ji me re kirine mîras re dewr bigirin. Îro dem dema serhildan û têkoşînê ye. Li dijî tecrîdê, li dijî binpêkirina mafan, li dijî hemû cure bêmafiyan û şidetê dem dema serî rakinê ye. Em jin em ê bi têkoşîna xwe re jiyanekî nû bi afirînin. Ji ber wê yekê ji em hemû jinan vedixwînin çalekiyên 8’ê Adarê. Wê bi hemû jinan re 8’ê Adarê bêhtir bixemile.”
 
‘Bijî têkoşîna jinan’
 
Mulkiye Aslan jî herî dawî wiha got: “Li dijî hemû êrişan em jin têdikoşin. Em ê ji îro şûnde jî bi hemû hêza xwe re li ber xwe bidin. Tê zanîn di pêvajoyên dawî de bi taybetî jin rastî êrişên dewletê tên û rastî bê hiqûqîya wan ya dadê tên. Bi dehan rê hevalên me hatin girtin û rastî tundiya wan hatin. Îro ji bo çalakiyên 8’ê Adarê em di jimarekî zêde de jin kom bûne. Di roja dawî de jî em ê bi tevahî rabin. Em ê nîşa bidin ku em natirsin. Em ê bi hev re têkoşîna xwe berfirehtir bikin." Mulkiye herî dawî bi dirûşmeyên jin jiyan azadî, bijî têkoşîna jinan re dawî li axaftina xwe anî.”