ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 4 Adar 2021
  • Rojev
 
*Jinên Mêrdînê ji bo tevilbûna çalakiyan bang li jinan dikin. Jinan bi hev re wiha gotin: "Werin em jin bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin." BI DÎMEN
 
*Şêniyên ku bi salane li taxa Ben û Senê bi cîh bûne niha jiyanek din ji wan tê ferz kirin. Jinên ku ji vê rewşê bi fikar in destnîşan kirin ku bi salane li vir dijîn dibêjin dê hemû çand û bîranînên wan tune bibe. BI DÎMEN  
 
*Endama Koordînasyona Jinên Ciwan Kezban Kuday diyar kir ku kampanyaya wan a "Niha seferberiyê xemrî" gihaştiye armanca xwe û got: "Bi rihê jinên têkoşer em ê xebatên xwe bimeşînin." BI DÎMEN 
 
*Gulsum Elvan ku ji bo kurê wê Berkîn rondikên wê ziwa nebûn, li qadan hedef hat girtin. Gulsum bi israra xwe ya edaletê û biryarbûna xwe ya têkoşînê bû mînakek.  BI DÎMEN 
 
*Sendîkayên girêdayê KESK’ê ku dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirin wê bi dirûşmeya "Gotina me ya em bêjin heye, hêza me ya diguherîne heye" li qadan bin. Jin di hefteya 8’ê Adarê de wê li ser daxwaz û bendewariyên xwe çalakiyan pêk bînin. BI DÎMEN
 
*Jinên ji bo 19’emîn Meşa Şevê ya Femînîst xwe amade dikin banga ‘Berxwedan li kolanê dibe. Ji bo jiyanê divê her kes tevlî Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê bibe.’ kirin. DÎMEN HEYE 
 
* TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li navenda Şirnexê biçin serdana goristanan  û esnafan ziyaret bikin.  (16.00)
 
* TJA di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li Parqa navendî ya navçeya Qoserê ya girêdayî bajarê Mêrdînê ye çalekiya Zincîra Mor li darbixin. (13.00)
 
*Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de wê TJA'yê li navçeya Şemrexê hevdîtina jinan bike (12.00) , li Mîdyadê wê serdana jinên di tekstîlê de dixebitin û komeleya jinên Suryanî bikin (12.00), li gundê Barmanê ya girêdayî Stewrê ye ji wê çalekî werin li darxistin. 
 
*TJA'wê serdana Meclîsa  Dayikên Aşitiyê û malbatên şehîdan bikin û laçikên spî li wan belav bike. (19.00)