Endama Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê hat binçavkirin

  • 08:39 4 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Endama Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê Emîne Aksu di çarçoveya lêpirsîna ku li Mêrdînê hat destpêkirin de hate binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komerê ya Mêrdînê daye destpêkirin de endama Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê Emîne Aksu ku li Amedê dimîne di encama serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin. Emîne ya li Amedê hat binçavkirin ji bo îfadeya wê were girtin anîn Mêrdînê.
 
Li gorî agahiyên hatin girtin, lêpirsîn bi hênceta meşa ji aliyê komeke ciwanan ve li Qoserê hatiye li darxistinê hatiye destpêkirin.