Kongreya Star lez da xebatên 8'ê Adarê

  • 17:16 3 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star çalakiyên xwe yên di çarçoveya 8'ê Adarê de ku dan destpêkirin berdewam dike û banga  banga bilindkirina têkoşîna li dijî zilmê li jinan kir. 
 
Koordînasyona  Kongreya Star ku bê navber çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomîne bi daxuyaniyeke ku da banga têkoşîna bi rêxistin a li dijî zilmê li jinan kir. 
 
Koordînasyona Kongreya Star di destpêka daxuyaniya xwe de  bal kişand ser girîngiya avakirina civakeke bi edalet û wekhev ku tê de mafên jinan were parastin û wiha berdewam kir: " Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêrin mîrateya têkoşînê. Em soza şopandina berxwedana bi ruhê Roza Luxembourg, Clara Zetkin, Sakîne, Zîlan, Arîn, Zehra, Hebûn, dayika Emîne, Hind û Seîda bêyî westandin, nû dikin. Em ê her kêliyeke jiyana xwe bikin berxwedana li dijî hemû cureyên tundî, newekhevî, dagirkerî û qirkirinê da ku em bi vê yekê bikarin azadî, wekhevî û demokrasiyê pêk bînin.
 
Berdêl û berxwedana ku jinên li Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) pêk anî ku efsaneyên lehengiyê li hember hêzên dagirker di şexsê DAIŞ`ê de pêk anî û heta roja îro li hember dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê disekine ku nûnertiya zîhniyeta desthilatdar dike ku armanca wê qirkirina jinan, şikandina îradeya wê, binpêkirina hemû hewldanên bidestxistina azadiyê ye. Zîhniyeta paşketî heta niha xwe li civakan pêçaye ku mêran di nava urf û adetan de xwe jê rizgar nekirine. Ji ber guhertina zihniyetê pêwîstiya wê bi berxwedan û têkoşînê di hemû aliyan de heye." 
 
Jinên berxwedêr hatin silavkirin
 
Kongreya Star di berdewamiya daxuyaniya xwe de jinên têkoşer ên di zindanan de jî bi bîr xistin û bi vê bangê daxuyaniya xwe bi dawî kir: " Em bi vê boneyê hemû jinên berxwedêr, azadîxwaz û yên di zindanan de wekî Leyla Guven, Zeyneb Celaliyan û gelek jinên ku li ber xwe didin, silav dikin. Em banga bilindkirina têkoşînê û sekina li gel hev dikin da ku dengê jina azad bilid bibe û li hember hemû cûreyên zilm û faşîst bisekinin. Fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ku destekdayîna rast dide jinê esas bigire û hewl bidin civakeke ku wekhevî û edalet tê de hebe û maf û rûmeta jinan tê de were parastin, ava bikin."
 
Li Qamişloyê çalakî
 
Kongreya Star a bajarê Qamişloyê jî di çarçoveya 8`ê Adarê de bi karwanek wesayitan çalakiyek li dar xist û serdana goristanê kir. Endamên saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Qamişloyê jî tevli çalakiyê bûn, wesayitên çalakiyê bi wêneyên rêber Abdulah Ocalan, şehîdên jin, alên Kongreya Star , Partiya Karkerên Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Jin hatin xemildandin.
 
Çalakî ji pêşiya navenda Kongreya Star a Qamişloyê hat destpêkirin û karwanê wesayitan li kolanên Qamişloyê geriya. 
Jinan destpêkê serdana Federasyona Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, piştre serdana Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin a Herêma Cizîrê jî kir. Her wiha di dawiyê de serdana Goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.
 
Di dawiya çalakiyê de jinan gul danîn ser gorên şehîdan.