Li Bagcilarê şahiya 8'ê Adarê

  • 17:13 3 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL - Li Bagcilara Stenbolê bi pêşengiya TJA'ê şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad’ın (TJA), xwestin bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin" Bagcilara Stenbolê bimeşin lê Qeymeqamtiya Bagcilarê bi hinceta pandemiyê meş qedexekir. Ligel vê jinan li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bagcilarê şahiyek organîze kir. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de pankarta "Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" û “Jin li ser rêya heqiqetê xwe û jiyana xwe diparêzin” hat daliqandin. Di şahiyê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Dilşat Canbaz Kaya tevlî şahiyê bûn. 
 
Di şahiyê de Feleknas axaftinek kir û bal kişand ser wateya 8'ê Adarê û got: "8'ê Adarê ji bo me ne rojek wisa ji rêzê ye ji bo me roja berxwedan û têkoşînê ye. Em ê ji bo 365 roj bibe rojên azadiya jinê têbikoşîn. Her wiha em ê xwedî li çalakiya girtîgehan derkevin û em ê li dijî tecrîdê berxwedana xwe mezin bikin." 
 
Dilşat jî da zanîn ku niha li girtîgehan grevên birçîbûnê heye û wiha dom kir: "Niha li girtîgehan li hemberî girtiyên jin tecrîdet heye. Ji ber ku ji hêza jinan ditirsin. Îqtîdar dibêje em we naparêzin û em ê we bigirin û bikujin. Lê em ê wekî her tim di 8'ê Adarê de dakevin qadan û hêza xwe nîşan bidin. Her roja ku derbas dibe jin bêtir bi hêz dibe û rêxistinbûna wê mezin dibe. Em ê bi rêxistinbûna xwe bersivê bidin zilmê. Em bang li jinan dikin ku di 6'ê Adarê de li Kadikoyê tevlî bernameya me bibin û her wiha di 8'ê Adarê de jî tevlî Meşa Femînist bibin." 
 
Şahî bi stran gotin û govend gerandinê bi dawî bû.