Jinên TJA'yî li Mêrdînê xebatên 8'ê Adarê didomînin

  • 16:38 3 Adar 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Jinên TJA'yî di çarçoveya xebatên 8'ê Adar, Roja Jinên Kedkar a Cîhanê de li navçeyên Artuklu, Nisêbî û Dêrikê serdana esnafên taxan kirin.  
 
Xebatên 8'ê Adarê ku bi diruşma "Em li dijî qirkirina jinan, jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" li Mêrdînê di pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatin destpêkirin berdewam dikin. Jinên ku bê navber xebatên xwe didomînin li taxên Kotekê û sûka kevin a Artuklu yê, Nisêbîn û gundê Dumirlê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê serdana jinan kirin û qurnefîl li jinan belav kirin. Çalekvanên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî beşdarî xebatan bun.
 
'Roja we jinan pîroz be'
 
Li Gundê Dumirlê yê  girêdayî Dêrikê girseyeke mezin ya jinan ji bo çalekiya ku jinên TJA'yî li darxistine kom bu. Ebru Gunay di serdanê de axivî û got ku her cara ku ew tên Dumirlê rastî mêvanperwerya germ a gundiyan tên. Ebru bal kişand ser  ser zêdebuna tundiya li ser jinê û wiha berdewam kir Li welêt tundî û nexweşiya navxweyî gihiştiye astek wisa zêde ku her roj 3 jin tên qetilkirin. Lê em dizanin ger em jin rêxistina xwe xurt bikin em ê bikaribin bi ser bikevin û azadiya xwe bidest bixin. Îro bi taybet em ji bo pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hev civiyan. Roja we pîroz be."
 
Jinên TJA'yî li navçeya Nisêbîn û Artukliyê jî qurnefîl li jinan belav kirin.