Li 5 bajaran çalakiyên 8'ê Adarê

  • 16:22 3 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 8'ê adarê bi pêşengiya Meclisa Jinan a HDP’ê û TJA’yê li gelek bajaran jinan çalakî û şahî li dar xistin. Jinanb banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (HDP), ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li qadan belav bûn û çalakî û şahî li dar xistin.  Li Amed, Edene, Mersîn, Antalya û Rihayê jinan çalakiyên cuda cuda li dar xistin banga bilinkirina rêxistinbûna jinan kirin. 
 
Li Amedê bernamên 8'ê Adarê 
 
Li Amedê, endamên Platforma Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi armanca balê bikişînin ser tundî û cînayetên li dijî jinan li Postaneya Ofîsê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê hatin gel hev û daxuyanî dan çapameniyê. Piştî daxuyaniyê jinan, ji bo berdana jinên girtî û pêkanîna Peymana Stenbolê ji Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê û Wezareta Edaletê re faks şandin.
 
Her wiha li navçeyên Erxenê, Licê, Peyas, Yenîşehîr, Hezroyê yên Amedê jî bi beşdariya parlamenterên HDP’ê yên Amedê Semra Guzel û Dêrsim Dag çalakî hatin lidarxistin. 
 
Jinan li Edene û Mersînê ji girtiyan re qert şandin
  
Li Edeneyê jî jin li Şaxa PTT’ê ya Edliyeya Edeneyê hatin gel hev û ji jinên girtî re qert şandin. Endama Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci Bek, li vir axaftinek kir û jinan vexwend meşa ku roja 8’ê Adarê li Pira Kasim Gulek li dar bixin. Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî destnîşan kir ku wê jin li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin. 
 
Li Mersînê jî jin li Şaxa Mafê Mirovan  (ÎHD) a Bajar hatin gel hev. Li vir Endama Platforma Jinan a Mersînê Zeynep Benlî axivî û diyar kir ku serhildana jinan ji sala 1857’an ve didome û got ku ew ê li dijî zextên li ser jinan di nav piştevaniyê de bin. Pişt re jin derbasî Şaxa PTT’ê ya li navçeya Akdenîzê bûn û ji jinên girtî re qertên piştevaniyê şandin. 
 
Li Antalyayê civîna çapemeniyê
 
Li Antalyayê jî Meclisa Jinan a KESK’ê, li Şaxa Egîtim Sen’ê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de Berdevka Platforma Şaxên KESK’ê yên Antalyayê Devrîm Mol axivî û xwest ku Peymana Stenbolê bê pêkanîn. Mol, diyar kir ku daxwaznameya ku ji daxwazên wan pêk tê dê ji Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê û Wezareta Edaletê re jî bişînin. 
 
Jinan li Rihayê çûn serdana esnafan
 
Li Rihayê jî jin li Rêxistina HDP’ê ya Pirsûsê hatin gel hev û bi erbane û tilîliyan serdana esnafan kirin û qurnefîl li wan belav kirin. Jinan piştre jî li Elîgorê şahiyek li dar xistin. Polisan di şahiyê de destûr nedan ku zirnê bê lêdan. Li ser vê jinan li ber elbaneyê govend gerand.