Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi hemû hêza xwe didomin

  • 16:19 3 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA, li Şirnex û navçeyên wê bi minasebeta 8'ê Adarê serdanên xwe berdewam kirin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan Cihanê li bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê, li navçeyên Basa, Silopî û Hezexê xebatên xwe bi serdanan û bi belavkirina qurnefîlan berdewam kir. 
 
Jin li Hezexê çûn serdana koçeran, li Basayê çûn ya bazarê, li Silopiyê çûn serdana Dayikên Aştiyê û malbatên jinên girtî ziyaret kirin. Herwiha jin li bajarokê Gundikê Melê jî mal bi mal geriyan 8'ê Adarê li jinan pîroz kirin û qerenfîl belav kirin.
 
Di serdanên ku hatin kirin de jin bi coş û eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.