Li Serhedê coşa 8'ê Adarê didome

  • 16:12 3 Adar 2021
  • Rojane
WAN - TJA û HDP'ê bi minasebeta 8'ê Adarê li Qelqelî û Ebexa Wanê bi jinan civiyan û banga tevlîbûna mîtînga 8'ê Adarê kirin. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi dirûşma "Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê jî azadiyê diparêzin" li Qelqelî û Ebexa Wanê bername hatin lidarxistin. 
 
Li Ebaxê bernameya 8'ê Adarê li Rêxistina HDP'ê ya navçeyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, hevşaredara navçeyê ya ku mazbata wê nehat dayîn Leyla Atsak, aktîvîstên TJA'yê û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Muazzez axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan. 
 
Muazzez, destnîşan kir ku dewlet bi bêdengkirina jinan dixweza hemû civakê bêdeng bike û got: "Lê jinên kurd çi kir, li dijî her cûreyên bêdengkirinê bedena xwe dan ber agir û koletiyê qebûl nekirin. Bi reng û dengê xwe daketin qadan. Îro îqtîdar li ser jin û kurdan polîtîkayan dimeşîne. Îro jî hûn dibînin dayikek 70 salî hat girtin. Tenê daxwezek dayikan heye û ev jî aştî û azadiyê. Wekî Leyla Guven û Ayşe Gokkan gotî em tu carî bêdeng nabin û em ê têkoşîna xwe bidomînin." 
 
Di bernameyê de derbarê keda jinê de sînevîzyonek hat nîşandan û piştre jî govend hat gerandin. 
 
Li Qelqeliyê çalakiya jinan 
 
Li navçeya Qelqeliyê jî jinan li avahiya HDP'ê ya navçeyê civiyan. Hevseroka HDP'ê ya navçeya Tuşbayê Edîbe Babûr, aktîvîsta TJA'yê Handan Bagci û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Handan axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got: "Em li Rojhilata Navîn dijîn û hemû mafên me hatin xestpkirin. Lê bi têkoşînê jin mafê xwe yê azadiyê bi dest dixin û dê têkoşîna xwe jî bidomînin. Em niha ne tenê ji bo jinên kurd ji bo hemû jinan têdikoşin. Em carek din bang li jinan dikin ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan."