Dayikên Aştiyê ji girtiyên jin re qert şandin

  • 15:10 3 Adar 2021
  • Rojane
AMED -  Însîyatîfa Dayikên Aştiyê, bi minasebeta 8’ê Adarê ji girtiyên jin re qert şandin. Piştre jî hatin serdana ajansa me.
 
Çalakî û bernameyên 8'ê Adarê bê navber didomin. Di çarçoveya çalakiyan de Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê girtiyên jin re qert şandin. Piştre jî hatin serdana ajansa me. 
 
Di çalakiya qert şandinê de li ser navê dayikan Kudret Eryilmaz axivî û bal kişand ser armanca çalakiyê û got: "Em wan nameyên xwe ji bo hevalên xwe yên girtî re dişînin û roja wan a 8’ê Adarê pîroz dikin. Hêviya me ew e ku deriye zindanan vebin û aştiyekê mayînde pêk bê. Em dixwazin zarokên me yên girtî azad bibin. Em 8’ê Adarê li hemû girtiyên azadîxwazan pîroz dikin.” Piştî axaftinê dayikan berê xwe dan Postexaneya Ofîsê ya Yenîşehîra Amedê û ji vir qert ji girtiyên jin re şandin. 
 
Dayikên Aştiyê hatin serdana ajansa me 
 
Dayikan piştî qert şandinê hatin serdana ajansa me. Di serdanê de dayikan behsa pêvajoya dijwar kirin û diyar kirin ku di pêvajoyên bi vî rengî de herî zêde rojnameger zehmetiyan dikişînin.