Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin

  • 14:17 3 Adar 2021
  • Rojane
AMED - HDP ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê li Amedê çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 
Di 27'ê mijdara 2020'an de li girtîgehan li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê hatin destpêkirin. 97 roj in greva girtiyan didome. Ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê rêxistina bajêr a Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya navçeya Rêzana Amedê xwestin daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. 
 
Li cihê ku daxuyanî bê dayîn ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin û daxuyanî hat astengkirin. Li dijî astengiyê girse çalakiya rûniştinê li dar xist.