Serlêdana parêzeran a ji bo çûna Îmraliyê hat redkirin

  • 13:21 3 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin, red kir.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç bi armanca ku bi muvekkilên xwe re hevdîtinê bikin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Dozgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdana parêzeran red kir.
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê der barê Abdullah Ocalan de bi hinceta di sala 2009'an de parastin û Nexşerê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê Îlona 2020'an de 6 meh cezayê seredana parêzeran li Abdullah Ocalan birîbû.