TJA: Dayikên Aştiyê ji bo siberoja me têdikoşin

  • 13:20 3 Adar 2021
  • Rojane
AMED - TJA'yê derbarê Dayikên Aştiyê Hatun Aslan û Meryem Soylu ku hatin girtin de daxuyaniyek nivîskî da û got, "Îqtîdar ji bo ku li ser piyan bimîne tundiya xwe zêde dike, Dayikên Aştiyê ji bo siberoja me têdikoşin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo Dayikên Aştiyê Hatun Yildiz (72) û Meryem Solu (79) ên ku di 27'ê Sibatê de hatin binçavkirin û duh hatin girtin de daxuyaniyke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tifaqa AKP -MHP'ê ji bo li ser piyan bimîne serî li tundî, girtin û pêkanînên dijdemokratîk dide û ji ber vê jî roj namîne ku kesên demokrasîxwaz û azadîxwaz neyên binçavkirin û neyên girtin.
 
TJA'yê di daxuyaniya xwe de, diyar kir ku îqtîdara mêr herî zêde jî êrîşî jinên ku li hember wê serî natewînin dike û di berdewamiyê de ev tişt got, "Jin bi awayekî neheq û bê hiqûqî tên binçavkirin û girtin. Herî dawî jî di 27'ê Sibatê de ji Dayikên Aştiyê Hatun Aslan (72) û Meryem Soylu (79) di 27'ê Sibatê de hatibûn binçavkirin û piştî ku 3 rojan di bin çavan de man hatin girtin. Dîsa Muhlîse Karaguzel (60) di girtîgehê de qeyrana dil derbars kiriye û rakirine nexweşxaneyê. Di dema ku Muhlîse birine nexweşxaneyê jî çêr û heqaret lê hatiye kirin."
 
'Wê têkoşîna me bidome'
 
 TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Dayikên Aştiyê wicdanê welat in û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Ew kesên ku xizmên wan hatine kuştin û ji bo ku tu kesên din neyên kuştin têkoşînê didin e. Ew jinên ku ji bo siberoja me têdikoşin e. Em careke din dibêjin ku hûn nikarin bi polîtîkayên xwe yên zilm û girtinê jin dayik û têkoşîna me têk bibin. Em li hember dîktatoriya we ya faşît serî natewînein. Her ku hûn êrîş bikin em ê jî serî hildin û wê têkoşîna me mezin bibe. Têkoşîna me ya ji bo pêşero û welatekî azad wê berdewam bike."