Kevana Zêrîn û Weqfa Jinan amadekariyên 8’ê Adarê dikin

  • 09:09 3 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê jinên hunermend ên girêdayî Kevana Zêrîn û Weqfa Jinan amadekariyên 8’ê adarê dikin. 
 
Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jinên hunermend yên girêdayî Kevana Zêrîn û Weqfa Jinan bi hemû leza xwe amadekariyên 8’ê adarê dikin. Jinên ciwan yên Kevana Zêrîn û Wexfa Jinan bi du komên muzîkê û komekî govendê tevlî şahiya 8’ê Adarê dibin. 
 
Endama koma Şehîd Delîla ya Weqfa Jinan Helen Babat derbarê amadekariyên xwe de wiha got: "Weke tê zanîn li pêşiya me 8’ê Adarê heye ez jî di serî de vê rojê li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Me jî weke koma Şehîd Delîla ji bo pîrozbahiya 8’ê Adarê dest bi provayên xwe kiriye. Koma me ji sê kesan pêk tê sazvan, gîtarvan û stranbêjek, ev nêzî mehekê ye em amadekariya xwe dikin. Bi vê wesîleyê em dixwezin ji bo tevahî jinan bibin motevasyonekê mezin û em hêvîdarin ku ev stranên ku me amade kirine bi dilê gelê me. Em di vê baweriyê de ne ku bi awayekî serkeftî derkevin ser sahnê û stranên xwe bistirên."
 
Endama Koma Şehîd Delîla Çîdem Ûren jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ez jî weke jineke ciwan 8’ê Adarê di serî de li Rêber Apo, jinên kurd û tevahî Gelê Kurd pîroz dikim. Em hêvîdarin ku weke jin di demeke nêz de xwe bigihînin xweseriya xwe û azadiya xwe. Me jî weke koma şehîd delîla stranên xwe amade kirine ji bo 8’ê Adarê. Em hêvîdarin ku dilê gelê xwe şad bikin û stranên me bi dilê gelê me be. Em weke kom jî di bin sîwana Weqfa Jin ya Wargeha Mexmûrê perwerdeya xwe dibînin. Em niha li vê derê ji bo roja 8’ê Adarê prova dikin û em bi heyecanekê mezin li benda vê rojê ne. Em hêvîdarin ew roj gelek xweş derbas bibe.