Jinên Botanê: Bi rihê Asya û Berjînan em ê li qadan bin

  • 09:03 3 Adar 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Jinên Botanê ku amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin, anîn ziman ku ew ê bi rihê Asya û Berjînan yê têkoşer li qadan bin û bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de li qadan dengê xwe bilind bikin.
 
Jin li hember polîtîkayên qirker ên îqtîdarê dê îsal jî di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li qadan bin û wê rojê veguherînin roja berxwedan û têkoşînê. Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad(TJA) îsal dê jîn bi dirûşma “Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Jinên Botanê ku amadekariya 8’ê Adarê roja berxwedanê dikin, anîn ziman ku ew ê bi rihê Asya û Bêrîvanan li qadan bin.
 
‘Em ê di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Gûler Tunç, bal kişand ser kampanyeya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” û got di çarçoveya vê kampanyayê de xwe gihandine bi hezaran jinan. Guler, wiha got: “Armanca kampanya me li dijî êrîşên xweza, tundî, qirkirina  jinê, qirkirina ziman û şerê taybet yê AKP-MHP’ê berxwedan e. Me niha jî kampanyaya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin. Ev kampanyaya me jî dê 4 mehan bidome. Em zanin ku li Tirkiyê ji bo jinan edalet tune ye. Kesên ku jinan qetil dikin nayên darizandin. Ger ku Peymana Stenbolê îro pêk bihata dê îro ev qas komkûjî pêk nehata. Ji bo qetilkirina jinan, ziman, çand û nasnameya me em dibêjin edalet. Îro çand û zimanê me hatiye qedexekirin. Di her qadê de mêr êrîşî me jinan dikin. Em wek TJA du kampanyayan bi hev re dimeşînin. Pêvajoya ku em îro tê de ne, ne wek rojên berê ye û li seranserê Tirkiyeyê bê edaletî heye.  Em wek jin li dijî êrîşan li qadan bin. Em ê di 8’ê Adarê de dengê xwe bilind bikin. Em ne bi tenê di 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de em ê her roj li qadan li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin. Tecrîda îro li ser Birêz Ocalan hatiye girankirin li ser tevahiya civakê tê meşandin û heta malên me jî di bin tecrîdê de ne. Bi taybetî ev tecrît li ser paradigma me ya jinê ye. Ger ku em dixwazin paradîgmaya jinê azad bikin divê em yekem tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin û Birêz Ocalan azad bikin.”
 
‘Bi rihê Asya, Sêvê, Pakîze, Fatma û Berjînan…’
 
Gulerê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li herêma Botanê dema şerê qedexeya derketina kolanan Asya Yûksel, Pakîze Nayir, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û gelek jin hatin qetilkirin. Di şerê xweseriyê de jinê pêşengî kir. Di salên 90’î de Berîvanan li Botanê serhîldan pêk anîn. Tişta ku îro me jinên Botanê li ser nigan dihêle armanc û xeyalên van hevalên me ne. Bi rihê Asya, Sêvê, Pakîze, Fatma û Berjînan em ê li qadên herema Botanê bin.”
 
‘Em dixwazin tecrîd bê rakirin’
 
Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag jî diyar kir ku 8’ê Adara îsal ji salên borî cudatir û girîngtir e û wiha domand: “Ev 8’ê Adarê ji ber komkujiya jinê, neheqiyên li girtîgehan tên jiyîn, tecrîda girankirî û grevên birçîbûnê gelek girîngin. Ji ber vê yekê 8’ê Adarê îsal gelek girîng e. Daxwaziya me ew e ku komkûjî û zextên li dijî jinê bi dawî bibin. Em dixwazin hemû jin bi awayek topyekûn li qadan bin û dengên xwe bilind bikin. Bila hemû jin di 8’ê Adarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha di vê 8’ê Adarê de ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe jî em ê li qadan bin. Em ê li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin. Bila hemû jin li dijî tacîz û tecawizê bêdeng nebînin. Têkoşîna Berjîn û Asyayan heta vê rojê hatiye û em jî îro xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Em ê bi rihê Berjîn û Asyayan li qadan bin. Botan  qada verxwedanê ye. Têkoşîn û berxwedana me li her cihî ye. Em dixwazin di vê 8’ê Adarê de tecrît bê rakirin û aşitiyek mayîn de pêk bê.”
 
‘Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinan'  
 
Aktîvîsta TJA’yê Zîlan Ecevît jî da zanîn ku gelek bedelên mezin hatine dayîn û bi van bedelan 8'ê Adarê di fermiyetê de hatiye qebûlkirin û wiha pêl da axaftina xwe: “Jinan heta îro li dijî pergala mêr û dewletê berxwedan û têkoşîneke mezin dane. Li hemberê pergala nîjad perest bedelên mezin hatine dayîn. Jin tu carî dev ji berxwedana xwe ya li hemberî pergala mêr bernedaye. Jin li her qadê ne û li ber xwe didin. Lê belê pergala mêr û dewletê dixwaze jinê di malê de heps bike. Her wiha em ê di sedsala 21'ê de bi rihê têkoşîna jinê tecrîdê bişkînin û Birêz Ocalan Azad bikin. Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jin û azadiya civaka bindest. Jinên kurd berxwedanek mezin dane. Mînaka wê berxwedana Rojava ye. Ji ber ku berxwedana jinên Rojava bû model ji bo cîhanê. Jinên Rojava weke mînaka berxwedanê tên dîtin. Jinên kurd ên berxwedêr bi modela Rojava tên naskirin. Banga me ji hemû jinên cihanê re ew e ku di 8’ê Adarê de li hemberî pergala mêr û dewletê serî rakin. Em dixwazin qirkirina jinan bi dawî bibe.”
 
‘Têkoşîna me jinan li qadan berdewam dike’
 
Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan jî ev tişt anî ziman: “Berxwedan bi jinên têkoşer hat destpêkirin. Ji Rozayan heta Sakîneyan ev berxwedan heta sedsala 21’ê hatiye bi têkoşîna wan hatiye vê astê û mezin bûye. Li hember qirkirinê, tacîz û tecawizê, êrîşên li dijî nirxên civakî, ziman, çand û nasnameyê têkoşîna me jinan berdewam dike.  Li hember êrîşên îktîdara AKP û MHP’ê sekna me jinan diyare. Di vê çarçoveyê de em ê li qadan bin. Her ku kengî jin serî radike êrîşên li dijî jinê jî zêde dibin. Li hember van pêkanînan em jin serî natewînin û dengê xwe bilind dikin. Em wek TJA bi dirûşma ‘Li hember qirkirina jinê jiyanê, li hember tecrîdê azadiyê diparêzin’ li qadan bin. Jin li hember zilmê serî radikin û em tûndiyê qebûlnakin. Jin li her qadê dengê xwe bilind dikin.”
 
‘Jin girêdayî jiyanê ye’
 
Aycan Azma jî derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ev tiştan bi lêv kir: “Dema mirov li dîroka jinê dinêre jin tim hatiye pelçiqandin û tune hatiye hesibandin. Jin teşe dide jiyanê. Lê mafê wê tê binpêkirin. Li dijî hebûn û mafê jinê şerek mezin heye. Dixwazin dengê jinê qût bikin û bikin kole. Lê em destûrê nadin vî tiştî û serî radikin. Vîna jinê tune dibînin. Lê belê dê vîna jinê biserkeve. Her wiha ji aliyekî dinê ve jî pêwîstî bi tifaqa jinê heye. Em ne bi tenê mafên jinên kurd, her wiha mafên hemû jinên cihanê diparêzin. Divê her jinek piştgiriyê bide jinên kurd. Ji bo serkeftinê divê em rol û mîsyonên girîng bigirin ser milên xwe. Li ku derê jinek bê qetilkirin jinên kurd dengê xwe bilind dikin. Divê di 8’ê Adarê de hemû jin rabin ser piyan û li qadan tundiya li ser jinê qebûl nekin. Jin girêdayî jiyanê ye. Jiyan jî bê jinê rêve naçe. Pergal li ser jinê hemû polîtîqayên qirêj dide meşandin. Di her qadê êrîşî jinan tê kirin. Lê jin li hember êrîşan li ser piyan e. Dema jin bi ser ket dê hemû cihan bi ser keve.”