'Pirsgirêk ne şewb e dixwazin çalakiyên me asteng bikin'

  • 09:02 3 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Ji bo jinên beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê bûne bi hinceta rêgezên şewbê binpê kirine cezayê pere ji wan re hat birîn. Jinên TJA’yî îtirazî vî cezayî kirin û gotin:"Pirsgirêka wan ne Vîrusa Koronayê ye ew dixwazin çalakiyên me asteng bikin."
 
Ji bo 25’ê Mijdara Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê Tevgera Jinên Azad (TJA) di 7’ê Mijdara 2020’an de starta xebatên xwe dabûn. Di çarçoveya van xebatan de çalakvanên TJA’yê di 13’ê mehê de ji bo jinên hatine qetilkirin li navçeya Artukliyê çalakiya napoxfirandinê li dar xistin. Polîsên ku hatine cihê çalakiyê bêyî ku wan haydar bike yan jî qontrola nasnameyê bike bi hinceta Vîrusa Koronoyê cezayê pereyê li wan birîn. Ji bo her çalakvanê cezayê pere hat birîn.
 
Têkildarî mijarê TJA’yîyên ku ceza li wan hatine birîn Maqbûle Ozbey, Eylem Amak û Adulle Kaya axivîn.
 
‘Cara yekem bû polîsan astengî ji çalakiyê re dernexistin’
 
Maqbule Ozbey wiha bal kişand ser çalakiya li dar xistine: “Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê weke hemû deverên cîhanê me jî dest bi xebatan kir. Tê zanîn rojên weke 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê weke rojên navneteweyî ne. Me jî di wê çarçoveyê de ji bo jinên hatine qetilkirin nepox bi hewa xistin. Cara yekem bû ku polîsan ji me re pirsgirêk dernexist û deng nekirin. Tenê maşîneyek polîsan li pey me hat ew jî 3 kes bûn û dîmen dikişandin. Bi dîmenên kişandine re ceza li me birîne. Lê cihê em lê kom bûne cihek vekirîbû û me mesafe xistibû navbera xwe. Tevî vê yekê weke keyfî ceza ji me re birîne. Ev nêzîkatiyek keyfî ye û dixwazin xebatên me asteng bikin. Lê çi bikin jî em ê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin.”
 
‘Tenê ji bo me ceza dibirin’
 
Adulle Kaya jî bal kişand ser cezayê hatiye birîn û wisa got: “Jimara jinên ku li çalakiyê kom bûne ji 20’î derbas nebû. Ew jî ji ber ku qad berfireh bû di navbera me de jî navberek berfireh hebû. Lewra em nehatin agahdarkirin jî. Em ji cezabirîna wan jî vê encamê derdixin. Ango ew ê hertim bibin asteng û li dijî çalakiyên jinê nexweşiyan derbixin. Di gelek çalakiyên me de jî ev pêk tê. Lewra bi hezaran AKP’yî dikarin ji bo kongreya xwe li qadek teng kom bibin û temasê bikin lê ji me tenê ceza heye.”
 
‘Pirsgirêk ne şewb e dixwazin çalakiyên me asteng bikin’
 
Eylem Amak jî nirxandinên xwe bi vî rengî parve kir: “Biryara ku hatiye girtin biryarek bi nasnameya me ya sîyasî re girêdayî ye. Ji kesî re mesafeya civakî ne xem bû. Jixwe me bi xwe jî ewlehiya xwe digirt. Ger şewb û ewlehiya civakê ewqas girîng dest girtiban wê ev rêgez ne tenê ji me re, wê ji kongreyên AKP’ê re jî derbasdar ba. Dema me çalakî li dar xist jî tenê 2 polîs li gel me cih girtin û bi tu awayî me haydar nekirin. Wê demê jî em matmayî man. Cara yekem bû ku em nedihatin astengkirin yan jî gef li me nedihat kirin. Di roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li hemberî Tundiya li ser Jinê de dayina cezayê ji bo jinan bi serê xwe rêbazek tundiyê ye. Pirsgirêk ne şewb e dixwazin çalakiyên me asteng bikin.”