ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'Ê

  • 09:00 3 Adar 2021
  • Rojev
 
* Sûad Seydo Xelef a ji tarîtiya DAÎŞ'ê rizgar bû û ber bi rojê ve çû tîne ziman ku hemû tişt dûr û tarî bû û dibêje:"Ez ji vê demjimêrê şûnde tu carî ranawestim. Ez ê her tim xebat û têkoşîna xwe bidim meşandin. Ez dixwazim em jin di cîhan û jiyaneke bê şer û bê ferman de bijîn." DÎMEN HAYE 
 
* Jinên Botanê ku amadekariya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin, anîn ziman ku ew ê bi rihê Asya û Berjînan yê têkoşer li qadan bin û bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de li qadan dengê xwe bilind bikin. BI DÎMEN
 
* Ji bo jinên beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê bûne bi hinceta rêgezên şewbê binpê kirine cezayê pere ji wan re hat birîn. Jinên TJA’yî îtirazî vî cezayî kirin û gotin:"Pirsgirêka wan ne Vîrusa Koronayê ye ew dixwazin çalakiyên me asteng bikin." DÎMEN HEYE
 
* Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê fînala kampanya ‘Niha seferberiya xemrî’ wê di 5’ê Adarê de bi dawî bike. Endama Koordînasyonê Esengul Kiliç diyar kir ku jin dizanin serdestiya mêr qadên azadiyê tune kirine û wiha got: “Em li fezayê û her derê ne. Em ê serdestiya mêr têk bibin. Em ê 8’ê Adarê li qadan bin.” DÎMEN HEYE
 
* Li gorî daneyên me kom kirine di meha sibatê de 24 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatine qetilkirin, 5 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 4 jin bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev, her wiha dadgehan jî daxistina ceza ya ji ‘rewşa baş’ berdewam kir. ÇETELEYA TUNDIYÊ
 
* Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de wê li Nisêbîn, Dêrik û Artukliyê çalakiyên pîrozbahiyê bê lidarbixin.(13.00)
 
* Li Wargeha Mexmûrê jinên hunermend ên girêdayî Kevana Zêrîn û Wexfa Jinan amadekariyên 8’ê adarê dikin. 
 
** TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li Şirnex û navçeyên wê xebatên xwe bidomînin. (16.00)