Bi ser malên rêveberên MEBYA -DER'ê de hat girtin
- 08:46 3 Adar 2021
- Rojane
AMED - Li Amedê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de di nav de rêvberên MEBYA -DER'ê jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Li Amedê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de di nav de rêvberên Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA -DER) jî heyî gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona ku hat kirin de bi ser mala rêveberê MEBYA -DER'ê yê 81 salî Şehmus Turk de jî hat girtin û xwestin ku binçav bikin. Lê ji ber nexweşiya wî nehat binçavkirin û Muhsîn Çetîn jî ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: Yildiz Damla, Ayşe Tutmaz, Halîme Topuz û Saît Borta ye.