Platforma Jinan a Şahmaran çû serdana jinên tundî dîtine
- 08:33 3 Adar 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Platforma Jinan a Şahmaran li Mêrdînê û navçeya wê ya Dêrikê serdana jinên tundî û destdirêjî li wan hatiye kirin û li jinên esnaf jî qûrnefîl belav kirin.
Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ve Platforma Jinan a Şahmaranê li Mêrdînê dest bi xebatan kir. Di çarçoveya xebatên xwe de endamên platformê duh berê êvarê li Mêrdînê serdana jinên tundî û destdirêjî li wan hatiye kir û çûn serdana jinên ku xizmên wan girtiyên siyassî ne.
Herwiha endamên platformê piştî serdana xwe li Dêrikê jî li jinên esnaf qurnefîl belav kirin û vexwendin çalakiyên 8'ê Adarê.