Li Serhedê jin amadekariya 8'ê Adarê dikin

  • 17:10 2 Adar 2021
  • Rojane
WAN - TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê, li bajar û navçeyên Serhedê bi jinan re hatin gel hev û banga têkoşînê li jinan kirin. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya amadekariyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Wan, Agirî û Mûşê çalakî kirin. 
 
Jinên ku li navenda Wanê ji jinên girtî re kart şandin li navçeya Payizavayê li gundê Hindîstanê bi jinan re hatin gel hev .Di hevdîtina ku parlamenter Muazzez Orhan jî tevli bû de, aktîvîstên TJA'yê, endamên meclisa jinan a HDP'ê û gelek jin tevli bûn. 
 
Di hevîdtînê de parlamenter Muazzez Orhan axivî û bal kişand ser qirkirina jinan ku roj bi roj zêde dibe. Herwiha Muazzezê banga tevlibûna Mîtînga 8'ê Adarê jî li jinan kir û hevdtîin bi belavkirina laçikên spî li jinan bi dawî bû.
 
Agirî
 
 TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê ya Agiriyê jî di çarçoveya çalakyê 8'ê Adarê de li navçeya Panosê şahî li darxisitn. Şahî li Navenda Çandê ya Şaredariyê hat lidarxistin û li gel Hevşaredara Panosê Muşerref Geçîren gelek jin tevli bûn.
 
Bername bi belavkirina qurnefîlan li jinan û diyariyan bi dawî bû.
 
Mûş
 
Li Muşê jî jinên ku li avahiya HDP'ê hatin gel li kartan peyamên 8'ê Adarê nivîsîn û ji girtiyên siyasî yên li girtîgehan re şandin.