Jinên TJA'yî ji bo 8'ê Adarê belavok belav kirin

  • 16:21 2 Adar 2021
  • Rojane
AMED - Jinên TJA'yî di çarçoveya xebatên xwe yên 8'ê Adarê de ji bo beşdarbûna mîtînga 8'ê Adarê, li jinan belavok belavkirin û ew vexwendin mîtîngê.
 
Xebatên ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ku bi diruşmeya "Em Li dijî qirkirina jinan, jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" di pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de hatine destpêkirin berdewam dikin. Jinan di çarçoveya xebatên xwe de li jinên gundê Farqînê belavok belav kirin û ew vexwendin Mîtînga 8'ê Adarê ku dê li Amedê bê lidarxistin.  
 
Jin di çarçoveya xebatên xwe de li gundên Girkiboto, Cano, Hesendelî yên navçeya Farqînê bi jinan re hatin gel hev bi coş hatin pêşwazîkirin.