Jinên TJA'yî li dijî tecrîdê qurnefîl avêtin çem

  • 14:49 2 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Jinên TJA'yî di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li dijî tecrîdê qurnefîl avêtin Çemê Xursê.
 
Xebatên 8'ê Adarê a bi diruşmeya "Em Li dijî Qirkirina Jinan, jiyanê li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" ku di pêşengiya TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê de hatine destpêkirin berdewam dikin. Jinan li dijî Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û li ser hemû girtyan li gundê Xorsê yê girêdayî navçeya Qoserê ye qurnefîl avêtin çem. Piştî bernameyê li jinan qurnefîl hatin belavkirin û serdana esnafan hat kirin. Parlementera Partiya Demokratık a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û çalakvanên TJA'yê beşdarî çalekiye bun.
 
Ebru Gunay di çalekiyê qurnefîlên gulên ku ew di roja jinan de nikarin diyarî rê hevalên xwe yên girtîgehê bikin ji bo azadiya wan li ber avê diherikînin. Jinan piştî axaftinê bi diruşên "Jin Jiyan Azadî"  qernefîlên destên xwe avêtin Çemê Xursê. 
 
Piştî stran û diruşmeyan jin ji bo serdana esnafên jin derbasî navçeya Qoserê bun. Li wê jî serdana esnafan hat kirin û qûrnefîl li jinan hatin belavkirin.  
 
Çalakiya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî bi dawî bû"