MEBYA - DER: Dest ji pêkanînên xwe yên keyfî berdin

  • 14:37 2 Adar 2021
  • Rojane
AMED - MEBYA -DER'ê, derbarê binçavkirina hevserok û endamên xwe yên hatin binçavkirin de daxuyanî da û got, "Em van serdegirtin û binçavkirinên bê hiqûqî ku tên kirin şermezar dikin û dibêjin dest ji pêkanînên xwe yên kêfî berdin."
 
Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirin (MEBYA-DER), derbarê hevserok, rêveber û endamên xwe yên di serdegirtinên 27’ê Sibatê hatibûn binçavkirin de, li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamên MEBYA-DER’ê Alî Kanik, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Serdegirtina komeleya me ne qanûnî û hiqûqi ye. Bi awayekê bêhiqûq rêveber û hevserokên me binçav kirin. Em dixwazin tavilê hevalên me bên berdan.” 
 
'Dest danîn ser belgeyên saziyê'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku polîsan di serdegirtinê de deriyê avahiya komeleya wan şikandine û ev tişt hat gotin: “Polîsan di heman demê de bi ser malên hevserok, rêveber û endamên me de jî girtin. Dest danîn ser belgeyên saziyê yên fermî. Armanca avakirina komeleya me di rêziknameya me de bi awayekê aşkere hatiye nivîsandin. Me komeleya xwe bi destûra Wezareta Karên Hûndir, Walîtiyê û Maseya Komeleyê vekiriye. Komeleya me her tim bi hestiyariya civakî tevgeriyaye, tim li dijî bêmafî, bêhiqûqî û şer derketiye û aştî, demokrasî û wekhevî parastiye.”
 
'Dest ji pêkanînên xwe yên keyfî berdin'
 
Di dawiya daxuyaniyê de, hat xwestin ku rêveber, endam û hevserokên wan tavilê bên berdan û ev bang hat kirin: “Divê hevalên me bên berdin. Em serdegirtina komeleya xwe û van binçavkirinên bêhiqûqî şermezar dikin. Divê desthilatdarî dest ji van kiryar û pêkanînên xwe yên keyfî û ne demokratîk berde.”