TJA'yê li Cizîrê dîwana dengbêjan li dar xist

  • 13:53 2 Adar 2021
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li Cizîrê dîwana dengbêjan li dar xist.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê dîwana dengbêjan li dar xist. Endam û rêvebirên HDP'ê yên Hezexê û Şirnexê û gelek jin bi kincên xwe yên kurdî beşdarî bernameyê bûn. 
 
Bernameya ku bi rêzgirtinê dest pê kir, jinan bi tililî û erbaneyê govend gerandin. Di destpêka bernameyê de aktîvîsta TJA'yê Emîne Înan axaftin kir û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. 
 
Emîne, anî ziman ku jin di pêvajoyek zor û zehmet re derbas dibin û got li dijî hemû zehmetiyan jin berxwedana xwe didomînin. Emîne, destnîşan kir ku ew ê di vê 8’ê Adarê de peyama xwe bidin û wiha domand: “Di vê 8’ê Adarê de hêviya me ew e ku qirkirina jinan bi dawî bibe û tecrîd bê rakirin. Em vê peyama xwe di her qadê de digihînin jinan. Em jin tu carî li hember zor û zehmetiyan bêdeng neman. Têkoşîna Rozayan û Sêvêyan em ê bidomînin. Di vê rêya têkoşînê de bedelên mezin hatin dayîn. Gelek hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Gelek jin di kolanan de hatin qetilkirin. Em jî li kolanan li ser giringiya 8’ê Adarê disekinin.”
 
Ji bo tevlibûna çalakiyên 8'ê Adarê bang
 
Emîne, bal kişand ser qedexeya derketina kolanan a Cizîrê û wiha pêl da axaftina xwe: “Me tu carî komkûjiya Cizîrê ji bîr nekir û em ê nedin ji bîr kirin. Jibîrkirin îxanet e. Di vê pêvajoyê de li Şirnex, Hezex, Cizîr û Silopiyê birînên kur hatin vekirin. Jinên ku di vê pêvajoyê de li ber xwe dan li dora gelê xwe bûn xelek. Jin xwedî li nasnameya kurd, ziman û nasnameya jinê derketin. Soza ku me daye em ê bi cih bînin.  Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Di 8’ê Adarê de dê kolan û qad bi dengê jinan bilerizin. Em hemû jinan vedixwînin çalakiyên 8'ê Adarê.”
 
Bername, stranên ku dengbêjan gotin û govendên gerandin ve bi dawî bû.