Yek ji sembola serîhildanê 'Xwişka Perîhan' jiyana xwe ji dest da

  • 10:52 2 Adar 2021
  • Rojane
 
ENQERE - Yek ji sembola serîhildan û çalakiya li Enqereyê Perîhan Pûlat 'Xwişka Perîhan' li nexweşxaneya tedawî lê dît jiyana xwe ji dest da. 
 
Perîhan Pûlat (78) a li çalakiyên “Em karê xwe dixwazin” ya ku li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Cadeya Yukselê ya Enqereyê û wek “Xwişka Perîhan” a Cadeya Yukselê tê nasîn li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Perîhan, di êrişa polîsan de bi dehan caran bi erdê re hat kaşkirin û binçavkirin. Di çalakiya 1’ê Gulana 2018’an a “Em karê xwe dixwazin” de polîsan tundiyeke giran lê kiribû. Perîhan, li ser gotina polîsekî ya “Tu hêj nemirî yî!” bi gotinên “Min biryar da ez ê heta 100 saliyê bijîm” bersiv dabû.