Li Mexmûrê koma 38'emîn çalakiya grevê dewr girt

  • 10:30 2 Adar 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 38'an dewir girt. 
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê  îro bi merasîmekê ji aliyê koma 38’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li Mexmûrê di roja xwe ya 76’an de berdewam dike.
 
Merasîma çalakiya dewirgirtinê bi deqeyek rêzgirtin a ji bo giyanê pakrewanan hat destpêkirin. 
 
Di merasîmê de li ser navê koma 37’emîn Hakim Sipêrtî axivî û got: "Tê zanîn ku hevalên me yên zindanan demek dirêj e çalakiya greva birçîbûnê dayîne destpêkirin, bi awayekî serkeftî berdewam dike û li gelek deverên cîhanê belav bûye. Tê zanîn meha sibatê 22 sal in weke mehek reş ji bo gelên azadîxwaz dihat pêşwazîkirin, lê îsal bi berxwedana gerîla, bi berxwedana zindanan û berxwedana gelên azadîxwaz meha sibatê bu meha berxwedan û serkeftinê. Niha tiştê maye li ser milê me hê bêhtir mezinkirina berxwedanê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.’’ 
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ bi dawî bû.