Dê KCDP vê mehê daneyên tundiya mêr eşkere neke

  • 10:14 2 Adar 2021
  • Rojane
 
STENBOL - KCDP'ê diyar kir ku ew ê vê mehê daneyên tundiya mêr a her mehê eşkere dikin, nekin. 
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP), diyar kir ku ew daneyên tundiya mêr û komkujiyên jinan ên her meh eşkere dikirin vê mehê eşkere nakin. Di hesabên xwe yên medyaya civakî de platformê etîketa “#KaçKadın” parve kirin û gotin bila kes hînî hejmara nebin û got ji bo avakirina jiyaneke kes lê nemire ew ê di 5'ê Adarê de saet di 18.30'an de li Beşîktaşa Stenbolê bên gel hevdu.