Çalakiya greva birçîbûnê koma 20'emîn dewir girt

  • 09:06 2 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin ji aliyê koma 20'emîn hat dewirgirtin û di roja 96'an de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 20'emîn di roja 96'an de didome. 
 
Her wiha li gel malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga hestiyariyê dikin.