‘Em ê di 8’ê Adarê de bi jinan re bimeşin’

  • 09:05 2 Adar 2021
  • Rojane
 
Gulîstan Azak
 
AMED - Mêrander barê 8’ê Adarê de nêrinên xwe anîn ziman. Hinekan şîdeta mêr bi hincetan vegot û hinekan jî diyar kirin kul i dijî şîdetê ne û balkişandin ser bandora desthilatdarî û darazê ya di şîdetê de.
 
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku meşaleya wê di 1857’an de li New York a DYA’yê hat pêxistin, her sal li her çar aliyê cîhanê bi çalakî û bernameyan tê pîrozkirin. Jinên kedkar 200 sale ji bo şert û mercên jiyan û xebateke mirovan têdikoşin.
 
Wek cîhanê li Tirkiyeyê jî jin di şertên giran de dixebitin, rastî zext, mobîng, tacîz, şîdetê tên û her wiha roj bi roj tên xizankirin. Desthilatdarî jî tercîha xwe ne li alî kedkar li alî şer û patronên xwe dike û ev jî wek xizanî, betalî, newekhevî û şîdetê li jinan vedigere.
 
Jinên di van şertan de 8’ê Adarê pêşwazî dikin, ji bo gotineke hevpar bînin ziman tên gel hev û qadên mêr wê ji bin ve bihejînin.
 
Di van rojên ku em cih didin peyam û têkoşîna jinan, me mîkrofon dirêjî mêran jî kir. Mêrên ku di şîdeta li ser jinê de rola sereke dilîzin, gelo der barê 8’ê Adarê de çi dibêjin?
 
‘Li dijî Patrîarka divê şoreşa zîhnî pêk bê’
 
Mêrê bi nave Alî Çetîn got divê li dijî Patrîarka şoreşa zîhnî pêk bê û riya pêkhatina vê jî ji têkoşîna hevpar derbas dibe û wiha pê de çû: “Bi sedsalane jin ji aliyê mêran ve mafên wan tên binpêkirin. Newekheviya zayendî wisa kur e ku di roja îro de jî xwe diparêze û qanûnên îro jî jinan nabîne. Lê jinan li dijî newekheviya zayendî ya civakî têkoşînek wisa dane ku îmze avêtine binê serkeftinên mezin. Mînak Gultan Kişank, Fîgen Yuksekdag, Pervîn Buldan, Meral Daniş Beştaş û gelek siyasetmedarên jin yên din. Bi sekn û gotina xwe ji aliyê gel ve hatine qebûlkirin û hezkirin. Dîsa di pêvajoya pandemiyê de Angela Merkel ku bi serkeftina xwe mêr li pey xwe hiştiye, keseke divê rêzdarî jê re bê nîşandanê ye. Ji ber vê cesaret û bixwebawerbûn girîng e. Belê newekheviya zayendî heye lê baweriya jinan a bi azadiyê li dijî vê têr dike bawerim.”
 
‘Tu desthilatdarî nikaribû pêşî li jinan bigire’
 
Alî derbarê girîngiya 8’ê Adarê de jî wiha got: “Ev roj ne roja pîrozkirinê, roja berxwedanê ye. 8’ê Adarê roja bibîrxistina mafê jinan û di civakê de xwe heyîkirine. Em dibînin ku jin hedef tên girtin û rastî şîdetê tên. Ji ber jin ji bo mafên xwe derdikevin qadan rastî şîdetê tên. Bila bizanin ku tu desthilatdarî li pêş jina bi cesaret nikaribû bisekine û wê nesekine jî.”
 
‘Destur nedin ku tu hêz pêşî li azadiyê bigire’
 
Baran Baran jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan roja têkoşîn û lêgerîna maf e û wiha pê de çû: “Em ê jî tevlî bernameyan bibin. Binpêkirina keda jinan di pêvajoya pandemiyê de baştir hat dîtin.Yên ewil ji kar hatin avêtin jin bûn, yên hatin xizankirin jin bûn. Lê wek tê zanîn keda jinê gelek mezin e. Lê tevî vê jin tên qetilkirin.Yekane riya rizgarbûna jinê ya ji van pêkanînan bêguman têkoşîn e. Bila jin mafên xwe biparêizn. Tu hêz nikare pêşî li azadiyê bigire. Destur nedin. Em ligel we ne.”
 
‘Biryar û hêza jinê, girînge’
 
Mazlum Aslan jî daxuyakirin ku şîdeta li ser jinê bi pandemî û krîza aborî re zêde bûye û wiha dawî lê anî: “Hikûmet li şûna pêşî li şîdetê bigire, pêkanînên xwe zêdetir kiriye. Divê jin di 8’ê Adarê de li dora berxwedan û têkoşînê bên gel hev. 8’ê Adarê roja têkoşîna li hember hegomonya mêr e. Hêz û biryara jinan a wê rojê gelek girîng e. Em li dijî mafên jinan rêzdarin û ligel wanin.”