Bersiva ku 19 sal in jin didin desthilatdariyê, berxwedan bû

  • 09:03 2 Adar 2021
  • Rojane
 
Habîbe Eren
 
ENQERE - AKP ji 2002’an heta niha desthilatdar e û ji wê rojê heta niha jinan li dijî polîtîkayên ku AKP’ê meşandiye têkoşîna xwe mezin kir. Jinan li dijî şer, qirkirina jina, şîdet, binpêkirina kedê, tecawizê bi berxwedana xwe bersiv da desthilatdariyê û xwedî li destkeftiyên xwe derket.
 
Jin ji sala 2002’an heta niha li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên paşverû yên AKP’ê têdikoşin. Bi polîtîkayên neolîberal keda jinê hat binpekirin, bê nirx hat hiştin û jin bi têgeha malbatî sînor kir û sînorên makûl ji bo jinê hat danîn. Lê li dijî van pêkanînan têkoşîna jinan girîngiyek mezin derxist holê. Desthilatdariyê di 2008’an de got ‘herî kêm 3 zarok’ di 2012’an de got ‘Her kurtajek Qilabaneke’. Di 2014’an de jî got ‘wekheviya jin û mêr li dij fitratê ye’.
 
Di 19 salan de bêguman yek ji qada herî girîng a têkoşîna jinan 8’ê Adarê Roja Jinên Cîahê bû. Jinan di 19 sal desthilatdariya AKP’ê de tevî hemû astengiyan, daxwazên xwe li kolan û qadan anîn ziman. Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinan zêde bû herî kêm 7 hezar û 600 jin hatin qetilkirin. Her wiha mirinên biguman ên jinan jî bi awayekî cidî zêde bûn. Jinan di 19 salan de li dijî vê îmze avêtin gelek serkeftinan, berxwedan mezin kir û daxwaz qîr kirin.
 
Me wek Jinnewsê di çarçoveya vê de ji 2002’an heta, çalakiyên 8’ê Adarê û çi hatiye daxwazkirine kom kirin.
 
Di 2008’an de mêr neketin qadê
 
Di mîtînga 2002’yan de komên di rêxistinbûna Mîtînga Roja Jinan de cih girtin biryar girtin ku mêr nekevin qadê. Pêkhateya herî qerebalix ên mîtîngên 8’ê Adarê jinên kurd bûn. Jinên kurd li gorî salên din di 2002’an de şîdeta mêr derxistin pêş.
 
Li dijî şerê li Iraqê deng bilind kirin
 
Di 8’ê Adara 2003’yan de piştî tezkereya 1’ê Adarê bû. Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Stenbolê bi mîtînga ‘li dijî şer, kuştin û xizaniya jinê’ mîtîng pêk anî. Her wiha piştî 2003’yan meşên şevê jî bûn wek kevneşopiyekê.
 
Li dijî Guldunya ku hat qetilkirin hêrs
 
Di 2004’an de di 8’ê Adarê de li dijî qetilkirina Guldunyayê hêrsa jinan mezin bû û jinan diyar kirin ku bila êdî ‘Guldunya neyên qetilkirin’.
 
Bal kişandin ser xizanî û şîdeta li ser jinan
 
Di 2005’an de Meşa Jinan a Cîhanê di 8’ê Adaradê de balkişand ser şîdet û xizaniya li ser jinan. Meşa Jinan a Cîhanê di 2004’an de meha Kanûnê de ji bo Şerta Jinan a Global li hemû cîhanê bê belavkirin hat destpêkirin.
 
Jinan têkoşîna hevpar hûnandin
 
Di 2006’an de di meşa jinan a şevê ya femînîst de, jin bi pankarta ‘serhildana femînîst’ meşiyan. Di 2007’an de jin bi pankarta ‘Li dijî Patrîyarka, kapîtalîzm, mîlîtarîzm û netewperestiyê têkoşîna femînîst’ meşiyan. Di salên 2008 û 2009’an de jî bi dirûşma ‘Li dijî Patrîyarka, kapîtalîzm, mîlîtarîzm û netewperestiyê têkoşîna femînîst’ meşiyan.
 
Di 2009 û 2011’an de jin li dijî şîdeta ku li ser jinan zêde bûye daxwazên xwe li qadên 8’ê Adarê carek din qîr kirin.
 
Di 8’ê Adarê de bertekên li dijî komkujiya Roboskê
 
Di 2012’an de jinan diyar kirin ku divê dawî li polîtîkayên şer bên anîn, 8’ê Adarê betlana fermî bê îlankirin û her wiha newekheviyên li dijî kesên LGBTÎ bên rastkirin. Her wiha di 8’ê darê de komkujiya Roboskê jî hat şermezkirin.
 
Têkoşîna jinên li Parîsê hatin qetilkirin li qadên 8’ê Adarê bû
 
Di 2013’an de di 8’ê Adarê de jinan sê siyasetmedarên jin ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anîn. Her wiha hat xwestin ku jinên kedkar ên endamên KESK’ê bên berdan.
 
Li dijî sermayeyê û serdestiya mêr berxwedan
 
Di 2014’an de tevî qedexeya Walîtiya Stenbolê Meşa Şevê ya Femînîst li Kolana Îstîklalê di 8’ê Adarê de pêk hat. Her wiha di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan.
 
Şoreşa Rojava hat silavkirin
 
Di 2015’an de 8’ê Adarê rastî Karavana Meşa Jinan a Cîhanê hat. Bernameyên Çalakiya sala 4’emîn di 6’ê Nisêbînê de hat destpêkirin û di 16’ê Adarê de li Îzmîrê fînal kir û derbasî Selanîkê bû. Ji bo têkoşîna Şoreşa Rojava jinan bê silavkirin jî ewil li Nisêbînê çalakî pêk hat.
 
Bal kişandin ser rêveberiyên xweser
 
Di 2016’an de Kongreya Jinên Azad (KJA) bi dirûşma ‘Jin ji bo azadî û rêbertiya xwe li berxwe didin’ û ‘Em ji Ekînan heta Sêvêyan rêveberiya xweser dihûnin û dimeşin ber bi azadiyê’ 8’ê Adarê pîroz kirin.
 
Ji rejîma yek mêrî re gotin na
 
Di 2017’an de ji her çar alî Tirkiyeyê jinan diyar kirin ku ew bi hev re xurt in û ji rejîma yek mêrî re gotin na.
 
Ji bo jinên hatin qetilkirin edalet
 
Di 2018’an de bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo jinên hatine qetilkirin edalet hat xwestin û her wiha hat xwestin ku daxwazên hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku 121’emîn roja xwe ya greva birçîbûnê de bû, bên qebûlkirin.
 
Di meşa şevê de provakasyon
 
Di 2019’an de bi wesîleya roja jinên cîhanê jin bi dirûşma ‘ev serhildanek femînîst e’ li Taksîmê hatin cem hev û bi hezaran jin rastî êrîşa bombeyên gazê ya polîsan hatin. Tevî hemû mudaxaleyan jinan li Taksîmê dirûşmên xwe bilind kirin.
 
Di 2020’an de jî jinan polîtîkayên paşverû yên AKP’ê şermezar kirin, aştî qîr kirin û diyar kirin ku wê jin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parçe bikin.
 
Îsal jî wê jin li dijî tecrîdê azadiyê, li dijî qirkirina jinê jî jiyanê biparêzin. TJA’yê starta çalakiyan îsal di 26’ê Sibatê de li Sêrt û Hezexê da. Her wiha wê jin di 5’ê Adarê de li Kadikoyê û di 8’ê Adarê de jî li Beyoglu li Kolana Îstîklalê bên gel hev.