ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'Ê

  • 09:00 2 Adar 2021
  • Rojev
 
*Gelek jiyan, gelek jin gelek têkoşîn… Yek ji van jî Sultan Ugraş a 72 salî ye. Sultan wiha dibêje: “Hewce nebû ku hinek ji min re tiştekî vebêjin. Piştî min ev dîtin min ji bo Kurdistanê têkoşîn da. Vê jiyanê ji zarokên xwe fêr bûm.” ÇÎROK
 
*AKP ji 2002’an heta niha desthilatdar e û ji wê rojê heta niha jinan li dijî polîtîkayên ku AKP’ê meşandiye têkoşîna xwe mezin kir. Jinan li dijî şer, qirkirina jina, şîdet, binpêkirina kedê, tecawizê bi berxwedana xwe bersiv da desthilatdariyê û xwedî li destkeftiyên xwe derket.
 
*Mêran der barê 8’ê Adarê de nêrinên xwe anîn ziman. Hinekan şîdeta mêr bi hincetan vegot û hinekan jî diyar kirin kul i dijî şîdetê ne û balkişandin ser bandora desthilatdarî û darazê ya di şîdetê de. DÎMEN HEYE
 
*Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de wê  jinên TJA'yî li gundê Xursê û Qoserê  serdana esnafan bikin û ji bo tecrîdê qurnefîlan biavêjin çem. (10.00 - 13.00)
 
*TJA, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê dîwana Dengbêjan dê li dar bixe .(11.00)