Jinên ciwan ên HDP’yî wê di 5’ê Adarê de li Mêrdînê kom bibin

  • 08:36 2 Adar 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo fînala kampanyaya “Seferberiya Mor” wê li Mêrdînê kom bibin. Jinên ciwan bi riya medyaya civakî hemû ciwan vexwend çalakiya ku ew ê li dar bixin. 
 
Meclîsa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di 8’ê  Kanûna 2020’an de starta kampanyaya xwe ya “Niha Seferberiya Mor” dabûn destpêkirin. Ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ve ji bo starta kampanyayê,  bi dirûşma “Em ê li gerdûnê û li her derê bin, Em ê desthilatdariya mêr têk bibin” di 5’ê Adarê de di saet 12.00’an de li avahiya HDP’ê ya Mêrdînê bicivin.
 
 Jinên ciwan bi parvekirinên di hesabên xwe yên  medyaya civakî de kirine hemû ciwanan daxwazê beşdarbûna çalkiya li dar bixin kirin.