Yeni Yaşam Kadin bi mijara 8‘ê Adarê derket

  • 17:07 1 Adar 2021
  • Rojane
STENBOL - Rojnameya rojane Yeni Yaşam bi navê “Yeni Yaşam Kadin” pêvekek ji bo 8’ê Adarê derxist. Rojname dê dijital weşanê bike..
 
Rojnameya Yenî  Yaşam di 1‘ê Mijdara 2020’an de bi navê “Yeni Yaşam Kadin” 15 rojan carekî pêvekek derdixe. Di her hejmara xwe de rojevên jinan digire dest û bi navêrokên dewlemend derdikeve pêşberî xwendevanan. Di vê hejmara xwe de rojname mijara 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê girt dest û bi sernavê “Ev serî rakirin li malê hilnayê” derket.
 
Rojnameya Yeni Yaşam Kadin bi hejmara xwe ya 9’emîn cih da nivîsa Rûsî Akensandr Rybin, Nebîle Irmak Çetîn, Heval Aslan, Zeynep Aliınkaynak, Mizgîn Tekin û Firdevs Hoşer.
 
Di beşa portreyê de jî cih dan jiyana Ida B. Wells.