TJA li bajarokê Dergûlê bi jinan re hat ligel hev
- 17:02 1 Adar 2021
- Rojane
ŞIRNEX - TJA'yî li bajarokê Dergûlê yê Şirnexê mal bi mal geriyan û li jinan qerenfîl belav kirin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad(TJA), bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li bajarokê Dergûlê yê Şirnexê mal bi mal geriya û bi jinan re hatin gel hev û qerenfîl belav kirin.
Rêvebirên HDP'ê yên Şirnexê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de peyama piştgiriyê hat dayîn û 8'ê Adarê li jinan hat pîrozkirin.