Kongreya Star nameyek ji jinên cîhanê re şand

  • 16:35 1 Adar 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re şand.
 
Koordînasyona Kongreya Star di peyama xwe de behsa berdêlên mezin ku ji aliyê jinan ve li hember zehmetiyên hatine dayîn, kir. Her wiha tekez kir ku qirkirina li dijî jin û civakê di hemû aliyan de tê kirin, dê bi şoreşa jinan bisekine. 
Kongreya Star di peyama xwe de behsa qetilkirina Seîda El-Hermas û Hind El-Xidêr kir û got ji ber wan rêya azadiyê û têkoşîna li hember urf û adetan hilbijart, şehîd bûn û banga bilindkirina têkoşînê ji bo tolhildana her du şehîdan kir.
 
Berdewamiya peyamê wiha ye:
 
"Ji zêdetirî sed salî ye ku em 8`ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Di vê rojê de dengê jinan ji bo azadiyê û bidestxistina mafên xwe bilindtir dibe. Bi boneya 8`ê Adarê em peyama xwe dinivîsînin da ku em yekitî û hevgirtina ji bo têkoşîna hevbeş ji bo azadiya jinan, ragihînin.
 
Berxwedana jinan gihîşt asta şoreşê
 
Di cîhanê de jin gihaştine astekê ku rastiya fikrên zayendperestiya civakî ji her demê zêdetirî nas dike. Her wiha dizane ku desthilat xwe li ser koletiya jinan ava dike. Di salên dawîn de me dît ku çawa tundiya li dijî jinan gihaşt asta teror, qirkirina siyasî ya rejîma zayendperestiyê. Her wiha berxwedana jinan gihaşt asta şoreşê. Rastiya berxwedana jinan ku xwe li ser esasê têkoşîna hevbeş li tevahî cîhanê birêxistin kiriye, mohra xwe li serdsala 21`ê daye. Jin li tevahî cîhanê têkoşiyan û bi yek dengî têdikoşin. Di sedsala borî de jin li hember saziyên ku di bin desthilata mêran de bûn ku jiyan veguherand dojehê, bi dirûşmên cuda sekini. Em weke jinên Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) em dizanin ku pêwîstiya şoreşa jinan bi berdêlên mezin heye û rastî zehmetiyan tê.
 
Beriya mehekê her du hevrêyên me Seîda û Hind li navçeya Şedadê ya Hesekê ji ber rêya azadiyê hilbijart, şehîd bûn. Her du şehîd li hember urf û adetên paşketî sekinîn. Ji ber wê jî bi awayekî hovane hatin şehîdxistin. Ji bo em tola hevrêyên xwe ku dev ji doza jinan berneda û canê xwe di oxira wê de da, em ê îradeya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Bi boneya 8`ê Adarê û bi dirşûma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye" em vê rojê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em hemû jinên ku destek û piştgirî di têkoşîn û şoreşa me de dan me, bi bîr tînin. Em jinên ku ji bo jiyaneke azad û wekhev tê dikoşin, silav dikin."