Kesên hatin binçavkirin bi şertê kontrola edlî hatin berdan
- 16:18 1 Adar 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê kesên hatin binçavkirin bi şertê qonrola adlî û qedexeya derketina derveyî welat hatin berdan.
Li navçeyên Mêrdînê, Qoser û Nisêbînê di encama operesyonên hatin destpêkirin de hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê û endama PM'a HDP'ê yê Mêrdînê di nav de 6 kes hatibun binçavkirin. Duh di seatên êvarê de Hevseroka HDP'ê ya Nisêbînê Hêvîdar Dînç, Nesrîn Çeçen, endamê Meclîsa Ciwan a HDP'ê Mehmet Said Sirdaş, endamê Navenda Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê Abdullah Avay piştî derketin dadgehê bi şertê qonrola adlî û qedexeya derketina derveyî Tirkiye hatibun berdan.
PM'a HDP'ê ya Mêrdînê Abdullah İdig jî li balefirgeha Enqerê dema ku wê hatibûna Mêrdînê hate binçavkirin. Endamê Meclîsa Ciwanan ya HDP'ê Dilgeş Aydin ê ku ji aliyê polîsan ve bi ser mala wan de hatibû girtin û ji ber ku ne li mal bu nehatibû girtin jî ji bo îfadeya xwe bide çu qereqolê. Piştî îfadeya wan li Muduriyeta Polîsan a Mêrdînê hat girtin sewkî Dadgeha Sulhê ya Mêrdînê hatin kirin. Di daneşîna ku îro hat dîtin de kesên hatin binçavkirin bi şertê qontrol adlî û qedexeya derketina dervê welat hatin berdan.