TAJ'ê banga tevlibûna çalakiyên 8'ê Adarê li jinan kir

  • 16:09 1 Adar 2021
  • Rojane
ŞENGAL - TAJÊ bi daxuyaniyeke ku da bernameya çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê aşkera kir û bang li jinên êzidî kir ku tevli çalakiyan bibin. 
 
Tevgera Jinên Eêzidî (TAJ) bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkera kir û got, " Em vê rojê di serî de li Rêber Apo, tevahî jinên azadîxwaz, tekoşer, berxwedêr; jinên ku niha li zindanê, di girêva birçûbînê de ne û li hemû girtiyên azadiyê pîroz dikin; û dibêjin wê ev berxwedana me bi serkeftin û bi bilindkirina ala azadiyê tacîdar bibe."
 
Berdewamiya daxuyaniya TAJÊ wiha ye:
 
"Di dîrokê de gelek jinên pêşeng derketine ku li dijî bê edaletî, bê mafî û bindestiyê têkoşîyane. Serî ji zilma desthilatdar û hişmendiya baviksalar re netewandin e. Îro em jinên êzîdî jî peyrevên van jinên pêşeng û xwedî vîn în. Şengala ku hat kêleka qirkirinê emê, ji nû ve ava bikin û ala ku têkoşeran rakiriye bigihînîn serkeftinê. Jixwe piştî fermanê wekê jin me, dest bi pêla rêxistinkirinê kir  û xwest ku em tola hemû fermanan bi jina rêxistin kirî, şareza û zana hilînîn. Lewma me xebatên xwe yên perwerdekirinê, gund bi gûnd meşandin û heta roja îro anîne.
 
Em rengê jinê didin her qadekê
 
Em bi karesatek mezin re rû bi rû hatin; ji me bi hezaran jin dîl ketin destê DAIŞ’ê, gelek jin ji bo radest nebin nekevin destên DAIŞ’ê xwe ji lat û zinaran avêtin. Mînakên wan jî kesên weke Daye Gulê ne ku heta keliya dawî li ber xwe daye û Cîlana ciwan ji bo nekevê destê DAIŞ’e dawî li jiyana xwe anî ye. Kevneşopiya sedan salan ya berxwedana jinê wek pêleke herikandin dîrokê. Îro em heyfa hemû ferman û êrîşên hêzên desthilatdar bi berxwedan, serînetewandin û bi pêşketinên civaka xwe hiltînîn. Lewma di her qada jiyanê de cihê xwe digrin û rengê jinê didin her qadekê.
 
Çareserî xwerêxistinkirin e
 
Îro li Şingalê di hişmendîya bi hezaran salan a baviksalar de guhertin çêdibin. Gavên nû tên avêtin. Jin di qada civakî, aborî, siyaset, leşkerî, çand û hûnerê de cihê xwe digirin. Lewma Civaka Êzîdî bi vî rengî pêş dikeve. Herçiqas tekoşîna azadiya jinên êzîdî gihaştibe asteke girîng jî hîna buyerên xwekujî rûdidin û ev jî dide nîşana ku gelek pirsgirêkên malbatî nehatine çareserkirin. Ji ber vê êşa mezin divê xebat hê bi berfirehtir bên meşandin. Lewma em dibêjin bingeha hemû çareserîyan xwerêxistinkirin e. Di cîhanê de jin, li seranserê cîhanê jî ji mafên xwe yê civakî, aborî, tevlîbûna jiyana polîtîk, perwerde û gelek qadên din de jî rastê neheqiyan tê, tundiya li ser jinê ne qedîyaye. Lewma ne tenê roja 8’ê adarê; divê hemû rojên me bibe rojên bilindkirina tekoşîna azadîyê. Û divê em her roj, her kêlî dinav tekoşînê de bin. Îro wek jin, him jî wek Civaka Êzîdî em, li dijî şîdet, destdirêjî, neheqî û zilma li ser jinan tê meşandin dengê azadî, wekhevî û hevrabûna gelan bilind dikin. Di dîroka mirovahiyê de kilîla ku derî li azadîya gelan vekiriye Azadîya jinê ye.Lewma ji bo ku civak azad bibe, divê pêşî jin azad bibe.
 
Em ê têkoşîna ji me re mîras maye bigihînin serkefitinê
 
Wek tê zanîn jin xelaka hemû nirxên pîroz e. Em wek jinên êzîdî zext, tundî û destdirêjiya ku li seranserê cihanê rû dide şermazer dikin û hemû kiryarên dijî jinê li ser xwe dibînîn. Em bang li raya giştî ya jinê dikin ku tu neheqiyê li ser xwe, li ser zayenda xwe û mirovahiyê qebul neke. Em jinên têkoşer ên weke Xatuna Fexra, Zarîfa Osê, Stiya Nisra, Clara Zetkîn, heta Besê, Zarîfe, Leyla Qasim; ji Xanê, heta Hevrîn Xelef, Sara, Berîvan Agal û Berîvan Şingalî hemû jinên ku di tekoşîna azadiyê de şehîd bûne bi bîr tinîn û soz didin ku em ê tekoşîna wan bigîhînîn serkeftinê.
 
Em weke jinên Ezidî bi dûruşma “Bi tekoşîna jinen Ezidî azadiya Rêbertî û xweseriya Şengale wê misoger bibe” 8 adare peşwazî dikin."
 
Plansaziya Tevgera Azadiya Jinên Ezidî ( TAJE)  ya 8'ê Adarê bi vî awayî ye;
 
"*Weke tevgera azadiya jinên Ezidî (TAJÊ) bi hemû pêkhateyên li Şingale li hemû bajarok û li gundan bi jinan re wê civîn, seminer û platform bên çekirin.
 
*Ji 1’e Adarê heta 3’yê Adarê  li hemû kolan û gûndan wê afiş bên daliqandin.
 
*Ji 5’e Adarê heta 7’ê Adarê wê belovok bên belavkirin.
 
*Roja 8'ê Adare bi tevlîbûna hemû pêkhatêyên jinên Şengalê pîrozbahiyeke mezin wê bê kirin.