Girtiya nexweş Muhlîsa Karaguzel rakirin nexweşxaneyê

  • 14:43 1 Adar 2021
  • Rojane
ENQERE - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel a li girtîgeha Bunyan a Jinan a Kayseriyê dimîne, hat diyarkirin ku ji ber  nexweşiyê ew rakirine Nexweşxaneya Bajarê Kayseriyê û hatiye anjiyokirin.
 
Muhlîse Karaguzel (63) ku sal û nîvek e li Girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê tê girtin û di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan de cih digire, hat diyarkirin ku ji ber nexweşiya wê ew rakirine Nexweşxaneya Bajarê Kayseriyê. Rêvberiya girtîgehê ku keça Muhlîse  Zîlan Karaguzel bi telefonê aghdar kiriye, diyar kiriye ku ji ber nexweşiya Muhlîseyê lê giran ketiye ew rakirine nexweşxaneyê û li wê hatiye anjiyokirin.
 
'Rêewşa wê giran dibe'
 
Zîlan Karaguzel di 21'ê Kanûna 2021'ê de roportaj dabû ajansa me, gotibû ku rewşa tendirustiyê ya dayika wê giran dibe û wiha berdewam kiribû: "Derbarê nexweşiyên dayika min de raporên wê jî hebûn. Nexweşiya wê ya şekir di asta jor de ye û Dayika min nikare xwe bigihîne dermanên ku divê rojane bi kar bîne. Dayika min çavekî wê nabîne û ji ber vê jî pirsgirêkan dijî." 
 
Herwiha Muhlîsya ku di pozê wê de goşt jî heye di warê girtina nefesê de jî pirsigirêkan dijî.