Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de dewam dike
- 09:19 1 Adar 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 19'emîn di roja 95'an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 19'emîn di roja 95'an de didome.
Herwiha li gel malbatên girtiyan, siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan jî balê dikişînin ser girîngiya çalakiyê û banga hestiyariyê dikin.