Jina xwe parast hat xwestin bê darizandin

  • 09:01 1 Adar 2021
  • Rojane
 
Medya  Uren
 
MÊRDÎN - M.T. a ji aliyê mêrê pê re zewicî H.T. bi tundiyê rû bi rû hat hiştin xweparastina cewherî kir. Li ser gilikîrina mêr doza hat vekirin û dozger xwest ji "mudafaya rewa" bê darizandin. 
 
M.T. ya ku dixwest mêrê pêre hatiye zewicandin H.T. berde rastî tundiya wî hat. M.T.  li hemberî tundiya mêr xwest xwe biparêze û xweparastina cewherî kir û bersûc birîndar kir. Li ser bûyerê H.T. gilî kir. Serdozgerê ku lêpirsîn da destpêkirin diyar kir ku M.T hêza xwe parastinê bi kar anîye, lê ji bo ku bi zanabûn kes birîndar kiriye pêwîst e hukmên "meşrû mudafa" yên 25'emîn madeya TCK'ê bê bi cih.
 
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê li ser giliyê H.T. têkildarî M.T de îdianameya "birîndarkirina hêsan" hat amedekirin. 
 
‘Min xwe ji mirinê xilas kir’
 
Îfadeyên M.T. ya ku di îdanameyê de cih digirin bi vî rengî ye:“Min xwest ez doza qedandina zewacê bidim destpêkirin. Dema min bi H.T. re parve kir wî êrişî min kir û xwest min qetil bike. Ez ketim rewşek pir xirab. Lê ji bo ku ez xwe xilas bikim ez neçar bûm ku zirerê bidim wî. Min xwe ji mirinê xilas kir.”
 
Dibe cezayê pere bê birîn
 
Serdozgerê ku lêpirsînê dimeşîne diyar kir ku M.T. hêza xweparastinê bi kar anîye û ev ji ne sûc e. Lê hat gotin divê hukmên "meşrû mudafa" yên 25'emîn madeya TCK'ê bê bi cih. Li gorî van madeyan pêwîst e M.T. ji 4 mehan heya salekê cezayê girtîgehê bigire, yan jî li gorî birîna mexdûr wê cezayê pere lê were birîn.