ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'Ê

  • 09:00 1 Adar 2021
  • Rojev
 
*M.T. a ji aliyê mêrê pê re zewicî H.T. bi tundiyê rû bi rû hat hiştin xweparastina cewherî kir. Li ser gilikîrina mêr doza hat vekirin û dozger xwest ji "mudafaya rewa" bê darizandin. 
 
*Songul Kantar a bi KHK’ê hat îxrackirin, bi nasnameya jin, kurd, elewî hedef tê girtin û îxrackirin. Songulê da zanîn ku ji zarokatiya xwe de li gel bezvaniyê, memurî xeyal dikir û got: “Min digot ku ez bibim memûr ez ê ji mirovan re bibim alîkar, gundê xwe biguherim, cîhana xwe biguherim. Lê min neguhert. Xwezî min di hişê xwe de memûrî evqas bicih nekiriba. Xwezî min tiştên din bikira.”DÎMEN HEYE
 
* Jinên li Komela Dema Jinê bi firçeyên destên xwe ji bo 8’ê Adarê pankart û dovîz amade kirin. Komele wê bi dirûşmeya ‘Di dem, jiyanê de, di dema jinê de’ wê li qadan dengê xwe bilind bike. DÎMEN HEYE