Di serdegirtina malan de dilê pitika jina ducanî sekinî

  • 08:50 1 Adar 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama serdegirtina mala endama TKP'ê Burak Aysu de, hat diyarkirin ku dilê pitika cêwî ya xuşka wî ya ducanî sekiniye. 
 
Li navçeya Hecîbektaş a Nevşehirê polîsan bi ser mala endamê Pariya Komînîstên Tiriyeyê (TKP) de girt.  Li gorî nûçeya ku di Sol Haberê de cih girt hat diyarkirin ku ji ber nivîsa "Ulaş Bardakçi nemir e" nivîsiye bi îdaya "endamtiya rêxistinê" bi şev  polîsan bi ser mala Burak ku dayik û xuşka wî ya ducanî lê bûn de girt û lêgerîn kirin.
 
Hat diyarkirin ku di encama serdegirtinê de ji ber gengêşiya derketiye dilê pitika cêwî ya xuşka Burak Aysu ya ducanî sekiniye.
 
Burak Aysu ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin piştî derxistin dadgehê serbest hat berdan.