Li Kobanê mirina jineke ciwan a bi guman
- 16:39 28 Sibat 2021
- Rojane
KOBANÊ - Li gundê Xanika Avdo yê Rojhilatê bajarê Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jineke ciwan bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anî.
Li Kantona Kobanê di meha adarê de 2 jinan bi sedemên bi guman dawî li jiyana xwe anîn. Tevî ku meha adarê meha xemil, bedewî û kêfxweşiya jinan e, lê di vê mehê de bûyerên xwekuştina jinan derketin.
Jina ciwan a bi navê Hindirîn Mihemed Ebd El-Rehman ya (18) ji gundê Xanika Avdo yê Rojhilatê Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî bi guman dawî li jiyana xwe anî.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongreya Star di derbarê vê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin.