Li Şengalê çalakiya vegirtina kon didome

  • 15:48 28 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Çalakiya konvegertina li Şengalê ya li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû destpêkirin ket roja 89'an. 
 
Çalakiya konvegertina li Şengalê ya li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû destpêkirin ket roja 89'an. Li ber Navenda Asayişa Şengalê bi armanca piştevaniya bi Asayişa Êzdîxanê çalakiya kon didome. Ji aliyê gel jî ev çalakî xwedî lê tê derketin. Çalakiya nobetê ya bi dirûşma "em hemû asayiş in" hat destpêkirin bi serdana meclîs û saziyên li Şengalê didome.