Li Mexmûrê koma 37'emîn çalakiya grevê dewr girt

  • 10:25 28 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê hatiye destpêkirin, îro bi merasîmekê koma 37'an dewir girt. Çalakî di roja 74’an de berdewam dike.  
 
Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê  îro bi merasîmekê ji aliyê koma 37’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakiya li Mexmûrê di roja xwe ya 74’an de berdewam dike. 
 
Li ser navê koma 36’emîn çalakvan Xebat Gundikî axivî û got:"Demeke dirêj e em weke gelê Mexmûrê di çalakiya gireva birçîbûnê de ne. Armanca çalakiya me ne tenê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye, armanca me bi awayekî fizîkî azadkirina Rêbertî ye. Ji ber ku êdî dem hatiye ew di nava civaka xwe de bijî. Hevalên ku li zindanan bedena xwe dane ber çalakiya greva birçîbûnê em wan silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Divê êdî ji bo rizgariya gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistan û li hemû deverên cîhanê çi pêwîst be divê were kirin. Herî dawî serkeftinê ji hevalên koma 37’emîn re dixwazim.’’
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “ Bijî berxwedana Garê” û “Bijî berxwedana Girtîgehan” bi dawî bû.