Malbatên girtiyan: Têkoşîna wan ji bo me rûmet e

  • 09:04 28 Sibat 2021
  • Rojane
 
AGIRÎ - Mablatên girtiyan diyar kirin ku têkoşîna girtiyên siyasî ji bo wan serbilindî ye û banga piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê kirin û gotin: “Divê Abdullah Ocalan û hemû girtî azad bin.”
 
Girtiyên siyasî bi armanca tecrîda li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê şikandin û dawî li binpêkirinên mafên li girtîgehan bên, di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Grev di roja 93’emîn de didome.
 
Makbule Kahraman û Fîgen Baş diyar kirin ku girtî bi daxwazên xwe mafdar in û banga piştgiriya grevê kirin.
 
‘Bi grevan re zext jî zêde bûn’
 
Fîgen Baş diyar kir ku birayê wê Serkan Erkuş di 2013’an de hatiye girtin û surgunê girtîgeha Tîpa L ya Espiye ya Gîresunê hatiye kirin  û birayê wê Ercan Erkuş jî di 2011’an de hatiye girtin û surgunê Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê hatiye kirin û got: “Ercan di hucra yek kesî de tê girtin. Lingê Serkan jî seqet e. Ceza li hemû girtiyan tê birîn. Dema bi dem koguşên wan tên guhertin. Pere û cilên em dişînin nadên. Bi grevan re zext zêdetir bûne.”
 
‘Malbat li ber deriyên girtîgehan mexdûr dibin’
 
Fîgenê destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên aborî demek dirêj e birayên xwe nabîne û wiha pê de çû: “Di rojên hevdîtinê de malbat pirsgirêkên cidî dijîn. Em bi saetan li derve tên sekinandin. Heta em diçin tên zarokên me nexweş dikevin, di alî derûnî de bi bandor dibin. Heta em dikevin hundir em belkî ji 15deriyan derbas dibin. Ne tenê em hemû malbat wisa mexdûr dibin. Em evqas rê diçin ji bo saetekê. Em nikarin biaxivin.”
 
‘Divê malbat jî bikevin grevê’
 
Fîgenê her wiha destnîşan kir ku divê daxwaza girtiyan bê cih û got: “Grev zirarê didin tenduristiya girtiyan. Ger daxwaza girtiyan pêk bihata wê neketibanan grevê. Ji bo daxwaza wan pêk bê ketin grevê. Ez dixwazim ku malbat jî bikevin grevê. Ew li wir di grevê de ne. Divê em jî li vir bikevin grevê. Divê em dengê girtiyan bibihîzin.”
 
‘Bila Abdullah Ocalan û zarokên me azad bin’
 
Girtiyê bi navê Kemal Kahraman 9 sale li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtiye û birayê wî Ridvan Kahraman jî 6 sale li Girtîgeha Hejmara 2 a Xarpêtê ye. Dayika wan Makbule Kahraman jî bertek nîşanê bêdengiya li dijî grevan da û got divê hemû girtiyên siyasî azad bibin û wiha dawî lê anî: “Zarokên min riya xwe tercîh kirine. Ji bo maf û zimanê xwe têdikoşin. Zarokên min dizî nekirine, tiştekî xerab nekirine. Zarokên me ji bo azadiya Ocalan ketin grevê. Li dijî zextan ketin grevê. Dixwazin azad bin. Em dixwazin Ocalan û zarokên me bên berdan. Em heta dawî li pişt zarokên xwe ne. Zarokên me kezeba me ne, bêguman em ê li pişt wan bin. Divê her kes piştgiriyê bidin girtiyan. Bila hemû girtî azad bin.”