‘Em di yekîtiyê de bi israr in’

  • 09:02 28 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Ev demek dirêj e gel ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî daxwazên xwe tîne ziman. Jinên Amedê jî di vê çarçoveyê de banga yekitiyê kirin û destnîşan kirin ku ew di yekitiyê de bi israr in.
 
Yek ji rojeva kurdan ya herî sereke Yekitiya Neteweyî ya kurd e. Ev demek dirêj e di çarçoveya yekitiya neteweyî de hem li bakurê Kurdistanê hem jî li Herêma Federal a Kurdîstanê xebatên yekitiyê didomin. Li bakur li gelek bajaran ji bo yekitiyê meş hatin lidarxistin û gel daxwazên xwe ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî anî ziman. Jinên Amedê jî derbarê mijarê de axivîn û banga yekitiyê kirin.
 
‘Divê kurd êdî pêdiviya bi yekitiyê bibînin’
 
Ji jinan Derya Dal diyar kir ku divê hemû kurd ji bo pêkanîna yekitiyê werin gel hev û wiha got: “Em dixwazin hemû Gelê Kurd bibe yek . Ji Amedê heta Başûr, ji Şengalê heta Kobanê divê kurd yekitiyeke xurt ava bikin. Li her derê li kurdan û bi taybetî li jinên kurd êrîş tên kirin. Ji ber ku em parçe  parçe ne, dijmin zêdetir bi ser me ve tê. Em bi salan e îşkenceyê dibînin û gelek zarokên me hatin kuştin. Yanî divê Gelê Kurd wan hemû pêkanînan bibîne. Bila êdî xwe nas bike û yekitiya xwe ava bike. Bila kurd nebin mît, cerdevan û sîxur û li xwe û hebûna xwe û li nirxên xwe xwedî derên. Çimkî îxanet zextên li ser me  zêdetir dike. Bi hezaran zarokên me li zindanan e. Bila rewşa wan li ber çavan bê girtin û hemû kurd destê xwe bidin hev û bibin yek.”
 
‘Herî zêde jin yekitiyê dixwazin’
 
Deryayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gava em bibin yek, wê zilma li me tê kirin jî bi dawî bibe. Wekî hemû gelan diêvê em jî bi nasnameya xwe, bi zimanê xwe û bi çanda xwe bijîn.  Em tenê azadiya xwe dixwazin. Yekitiyê jî herî zêde jin dixwazin. Ji ber ku zilma herî mezin jin dibînin.  Em nikarin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin. Li girtigehê em nikarin bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Ji bo xatirê hemû kurdên ku ji bo azadiya vî gelî canê xwe feda kirine û berdel dane divê em bibin yek.”
 
‘Em di yekitiyê de bi israr in’
 
 Saynûr Akman jî anî ziman ku bila êdî kurd neyên kuştin û wiha axivî: “Heke em bibin yek dê azadî were û Kurdîstan şên bibe.  Em jin azadiyê dixwazin ku axa me jî azad bibe.  Divê kurd bibin yek ku em ji bin zilma dagirkeran derkevin.  Heke parçebûniya me wiha berdewam bike em ê dîsa qirkirina li Helebçe, Şengal û Sûrê dubare bijîn.  Lewra em ewqas di yekitiyê de israr dikin. Banga min ev e ku; ez dixwazim bila êdî ev şer biqede, zarokên me bes bila werin kuştin, dayik guneh bila ewqas êş nekişîn. Bila aştî pêk were.”
 
‘Li dewsa pevçûn û şer em azadiyê dixwazin’
 
Akmîle Hanas jî destnîşan kir ku bi yekitiyê hêsirên çavên dayikan wê êdî nebarin û ev tişt anî ziman: “Bila êdî ciwanên me neyên kuştin û kezeba dayikan neşewite. Li dewsa pevçûn û şer em aştiyekê mayînde û azadiyê dixwazin. Pêşengiya têkoşîna ji bo yekitiyê dayik dikin.  Ji bo jiyana zarokên xwe dayik pir berdelan didin. Banga min ji hemû Gelê Kurd e ku bila êdî hemû rabin ser piyan û ji bo xwîn nerijê têkoşînê mezin bikin. Bêdengî zilmê bi dawî nake.”