Cezayê pere li jinên li dijî tundiyê derketin hat birîn

  • 12:08 27 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Ji bo jinên beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser jinê bûne cezayê pere hat birîn. Ji bo her jinekê 3 hezar û 150 TL hat birîn. 
 
Ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li ser Jinê Tevgera Jinên Azad (TJA) di 7’ê Mijdara 2020’an de starta xebatên xwe dabûn. Di çarçoveya van xebatan de çalakvanên TJA’yê di  13’yê mehê de ji bo jinên hatine qetilkirin li navçeya Artukliyê çalakiya nepoxfirandinê li dar xistin. Polîsên ku hatine cihê çalakiyê bêyî ku wan haydar bike, an ji qontrola nasnameyê bike bi hinceta parastina mesafeya civakî ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê nehatiye kirin cezayê pere li wan birîn.
 
 Polîsên hatine wêne û dîmenên jinan kişandine û rexmê ku mesafe xistine  navbera xwe  jî ceza li wan hatiye birîn. Li ser hatine ceza re jinên TJA’yî daxwaznameya îtirazê ji Dadgeriya Mêrdînê ya Cezayê re şandin.