Li Amedê biserdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin
- 09:08 27 Sibat 2021
- Rojane
AMED - Li Amedê di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de hatin girtin. Tevî HDP û TJA'yîyan gelek kes hatin binçavkirin.
Li Amedê di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de hatin girtin. Li malan lêgerîn hatin kirin. Di encamê de 6 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin endamên TJA, DBP, HDP û rêxistinên civaka sîvîl in.
Navên kesên heta niha hatine binçavkirin wiha ne:"Cîgira Hevserokatiya DBP'ê ya Bajêr Hacice Guneş, Rêvebera HDP'ê ya Kayapinarê Hanim Altindag, Aktivîsta TJA'yê Ayşe Çelikbilek, endama MEBYA-DER Hatun Aslan, Rêveberê HDP'ê yê Rezanê Fetullah Işiktaş, Bavê parlamentera HDP'ê Dersim Dag, Zekî Dag."