‘Ez di nav çar dîwaran de li cîhanê geriyam’

  • 09:04 27 Sibat 2021
  • Rojane
WAN - Şerîfe Bîlîcî ya di çarçoveya operasyonên KCK’ê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 11 salên xwe li girtîgehê bi surgun û îşkenceyê derbas kir wiha got: “Her çiqas zor be jî li aliyekî din jî 11 salên watedar hene, di nav çar dîwaran de li cîhanê geriyam. Em bi fîzîkî hatin girtin, lê fikr û hestên me azad bûn.”
 
Di 2009’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li seranserê welat operasyona KCK’ê da destpêkirin û bi hezaran kes ku tê de rêveber û endamên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî hebûn hatin girtin. Bi hezaran kes ji ber lêpirsînan neçar man derkevin derveyê welat. Delîlên sûc ên di îdianameyan de jî ‘îfadeyên şahidên veşarî’ bûn. Bi hezaran kes, bi îdiaya endamtiya rêxistinê herî kêm rastî 13 sal û 6 meh ceza hatin.
 
11 salên nav çar dîwaran de…
 
Şerîfe Bîlîcî ya di bin banê BDP’ê de xebatên jinan dimeşand di 2010’an de di doza KCK’ê ya Agiriyê de bi sê kesî re bi endamtiya rêxistinê hat girtin. Şerîfe ku 11 salan girtî ma di rojên borî de cezayê wê bi dawî bû. Şerîfe ku dema hat girtin 32 salî bû 11 salên di girtîgehê de derbas kir ji ajansa me re nirxand.
 
‘Ez ji xebatên têkoşîna li dijî şîdeta jinê hatim girtin’
 
Şerîfeyê wiha got: “Ez di xebatên qada jinê de bûm. Me li dijî şîdeta li ser jinê têkoşîn dimeşand. Wê demê li seranserê Tirkiyeyê bi hezaran kes ji KCK’ê hatin girtin. Ez û 4 hevalên xwe jî li Agiriyê hatin girtin. Bi îdiaya endamtiya rêxistinê 13 û 6 meh ceza li min birîn.”
 
‘Li girtîgeha Tersûsê îşkence li min hat kirin’
 
Şerîfeyê diyar kir ku dema hatiye girtin li Agiriyê girtî maye û ji ber statuya siyasî ya girtîgehê tunebûye, li ser daxwaza wê şandine girtîgeha Tîpa E ya Erziromê ya Jinan û got: “Du sal û nîv li wir mam. Piştre surgunê girtîgeha Bayburtê kirin. 4 salan li vir mam. Di 2017’an de meha hezîranê de surgunê girtîgeha Sîncanê kirin. Du mehan li vir mam û piştî vê bi 15 hevalî re em surgunê girtîgeha jinan a Tersûsê kirin. Li girtîgeha Tersûsê polîtîkayek taybet di dewrê de bû. Bi zext hemû mafên girtiyan ji wan dihat girtin û dixwazin îradeya girtiyan teslîm bigirin. Em li dijî vê derketin û em rastî îşkenceyê hatin. Salekê em her tim li ser piyan bûn û me li berxwe dida. Bi berxwedanê girtîgehê şûnde gav avêt. Em nêzî 35 heval surgunê girtîgeha Bunyan a Kayseriyê hatin kirin.”
 
‘Terza me ya rêxistinkirî bi girtîgehê şûnde gav da avêtin’
 
Şerîfeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di navbera 2018 û 2021’ê de li Bunyanê mam. Beriya em surgunê Bunyanê bibin sedema surgunkirinê ji wan re hatibû ragihandin. Rêveberiya girtîgehê ji bo me amadekariyek taybet kiribû. Dixwazin bi zextan îradeya me bişkînin. Hewl dan pêkanînên li Tersûsê li wir jî bikin dewrê. Yên nû dihatin girtîgehê rastî lêgerîna tazî dihatin. Helwesta me diyar bû. Girtîgeh ji ber helwesta me neçar ma şûnde gavê bavêje. Li girtîgehê gelek binpêkirinên mafan hebûn. Hevalên me yên nexweş dereng dibirin revîrê. Em li dijî vê derketin. Çawa ku sekna me didîtin wan jî şûnde gav davêt. Li girtîgeha Bunyanê 450 girtiyên jin hebûn lê yek bijîşkek hebû. Carna randevuya nexweşxaneyê bi mehan şûnde didan me. Bijîşk bihata jî şert û mercên dermankirinê ava nedikirin.”
 
Şerîfeyê balkişand ser greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Grev ketin meha sêyemîn. Li Bunyanê jî grev didomin. Ez dema greva Leyla Guven de jî tevlî grevê bûm û 80 rojî di grevê de mam. Divê daxwaza girtiyan bê cih. Divê demildest çareseriyek pêk bê.”
 
‘Bi pirsên provakatîf ceza dirêj dikin’
 
Şerîfeyê her wiha daxuyakirin ku bi muddetnameyê cezayên girtiyan dihatin ragihandin û dadgeriyên înfazê gazî girtî dikirin û heyete dadgehê dihat avakirin û îfade dihat girtin û got:" Bi guherîna qanûna nû re çarçoveya rayeyên hatine dayîn de dozger dihat girtîgehê û midûrên girtîgehê, gardiyan, derûnas û mamoste jî nav de heyetek ava dikirin. Vê heyetê girtî ji nû ve derdixist dadgehê û lêpirsîn dikirin. Ji girtî re digotin ‘tu emel bûye?, tu PKK’ê wek rêxistina terorîst dibînî? , te evqas ceza girt tu poşman î? Bi pirsên provakatîf cezayê girtî biqede jî dikarin 6 mehan dirêj bikin.”
 
‘Mirov li derve azad nikarin fikrên xwe îfade bikin’
 
Şerîfeyê wiha dawî lê anî: “Ez bêyî sûc û sedem bi salan di nav çar dîwaran de hatim girtin. Min di vê pêvajoyê de gelek kes nas kirin. Mirov li derve fikra xwe bi awayekî azad nikarin bêjin. Li girtîgehan pergaleke jiyanê ya ku girtiyan saz kiriye heye. Her kes li gor hêza xwe tevlî jiyanê dibe. Her çiqas zor be jî li aliyekî din jî 11 salên watedar hene, di nav çar dîwaran de li cîhanê geriyam. Em bi fîzîkî hatin girtin, lê fikr û hestên me azad bûn.”